Lîza Kakayî: Danûstandinên PDK û YNKê ji bo avakirina hikûmeta nû berdewam in

.

Endameke Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere kir, dûrî çavên medyayê, danûstandinên di navbera PDK û YNKê de ji bo aktîvkirina parlamenê û avakirina kabîneya dehem a hikûmetê berdewam dikin.

Endama Komîteya Navendî ya PDKê Lîza Felekedîn Kakayî îro 23ê Tebaxê ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber rewşa aloz a Iraqê û navçeyê, pêwîstiya aliyên kurdî bi yekdengî û yekrêziyê heye.

Kakayî got: "Pêşhat û kêşeyên nû yên li Iraq û navçeyê daxwaz dikin ku aliyên kurdistanî ji bo parastina berjewendiyên bilind ji her demê zêdetir yekrêz bin. Bi rêya diyalog û hevahengiyê, em dikarin saziyên yasayî û rêvebirinê yên Herêmê çalak bikin."

Derbarê pêvajoya avakirina hikûmetê de, Lîza Felekedîn Kakayî aşkere kir: "Dûrî çavên medyayê, danûstandin di navbera PDK û YNKê de berdewam in. Armanc ew e ku xula nû ya Parlamena Kurdistanê dest bi kar bike û di demeke herî nêz de rêkarên avakirina kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidawî bibin."

K24

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist