Lîstikvanên Kurd ên Tîma Voleybolê ya Iraqê ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê rastî gefan hatin

.

Lîstikvanên Kurd ên Tîma Nîştimanî ya Voleybolê ya Jinan a Iraqê, piştî ku di Şampiyoniya Rojavayê Asyayê de bi bilindkirina Alaya Kurdistanê serkeftina xwe pîroz kirin, ji aliyê Serokê Federasyona Voleybolê ya Iraqê ve rastî gefa cezakirinê hatin.

Tîma jinan a Iraqê di şampiyoniyê de pileya 3yem bi dest xist û madalyaya bronz wergirt. Piştî merasîma xelatkirinê, 9 lîstikvanên Kurd ên tîmê kêfxweşiya xwe bi bilindkirina Alaya Kurdistanê anîn ziman. Ev pîrozbahî bû sedema nerazîbûneke tund ji aliyê Federasyona Voleybolê ya Iraqê ve.

Li gorî zanyariyan, Serokê Federasyona Voleybolê ya Iraqê, Hebîb Lewendî, ji ber vê yekê gelekî hêrs bûye û gefa cezakirina wan lîstikvanan xwariye. Her weha, federasyonê di platformên xwe yên fermî yên medyaya civakî de, ty wêneyek ku tê de lîstikvanên Kurd bi Alaya Kurdistanê xuya dikin, belav nekir. Di şûna wê de, tenê wêneyê tîmê bi Alaya Iraqê re hate weşandin û serkeftin bi vî rengî hate nîşandan.

Hêjayî gotinê ye ku tîma jinan a Iraqê di pêşbirkan de li hember Erebistana Siûdî û Qeterê serkeftin tomar kiribû û li hember Lubnan û Urdinê têk çûbû. 9 lîstikvanên Kurd, ku navên hinek ji wan Deşnî Qasim, Kajîn Celal, Behra Hemîd, Diye Welîd, Hêlîn Omer, Hemîşe Wişyar û Pirîve Rizgar in, roleke diyarker di bidestxistina vê serkeftinê de lîstin.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da