Lindsey Graham piştgirî da Levin: ‘Ma em dê Kurdan bê alîkarî bihêlin?’

.

 Rojnameger û nivîskarê navdar ê Amerîkayî Mark R. Levin li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hişyariyeke tund da û got, "Kurd rûbirûyê metirsiya tunekirinê ne." Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham jî piştgirî da vê daxuyaniyê.

Piştî zêdebûna êrişên komên çekdar ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li Amerîkayê dengên nerazîbûnê bilind dibin.

Mark R. Levin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û bal kişand ser metirsiya li ser Kurdan.

"Ma em dê wan bê alîkarî bihêlin?"

Mark R. Levin di peyama xwe de wiha got:

"Kurd niha ji aliyê Erdogan û serokê El Qaîdeya Sûriyeyê ve rûbirûyê metirsiya tunekirinê ne.

Gelo em dê tenê wan bê alîkarî bihêlin? Ew di şerê li dijî DAIŞê de li kêleka me sekinîn. Wan qurbaniyên giran dan. Ew hevpeyman in."

Lindsey Graham: Te li deqê xist

Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham ku bi helwestên xwe yên li ser Sûriyeyê tê naskirin, bersiv da peyama Levin.

Lindsey Graham gotinên Levin piştrast kirin û got, "Te li deqê xist (Tam wisa ye/Eynî wilo ye)."

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin