Senatorekê Komarî yê Amerîkayê tekez kir ku, Amerîkayê pişta xwe nedaye Kurdan û got: Me rê jî li ber pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ji bo ser deverên Kurdan girtiye.
Senatorê Komarî yê navdar Lindsey Graham di çarçoveya Gera 62ê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de ji çalakvanekê Kurd re ragihand ku, Amerîkayê pişta xwe nedaye Kurdên Sûriyeyê û rê li ber pêşveçûna artêşa Erebî ya Sûriyeyê ber bi kûrahiya deverên Kurdan ve girtiye.
Graham, xwediyê projeqanûna "Parastina Kurdan" a Encûmena Pîran, tekez jî kir ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevalbendên sereke yên Amerîkayê di şerê li dijî terorê de ne û divê di Sûriyeya nû de cihekê wan ê hêja hebe.
Di van demên dawiyê de û tevî zêdebûna nîgeraniyan li ser îhtîmala êrîşa hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo ser Kurdan, Senator Graham bizavên xwe zêde kirine. Di dawiya Çileya 2026ê de, Graham bi hevparî ligel Senatorê Demokrat Richard Blumenthal, projeqanûnek bi navê “Qanûna Parastina Kurdan” pêşkêşî Encûmena Pîran kir.
Armanca wê projeqanûnê sepandina cezayên aborî yên giran e li ser her alî, hikûmet an dezgeheka darayî ya ku alîkariyên leşkerî bide Şamê da ku êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike.
Graham di çend daxuyaniyan de gotiye ku, paşguhkirina Kurdan piştî şkandina DAIŞê dê "ji bo Amerîkayê şerm be" û dê ji bo ewlehiya neteweyî ya welatê wî jî karesateka mezin be.
Navbirî amaje jî daye ku, HSDê barê herî giran ê şerê nehêlana DAIŞê bi stûyê xwe ve girtiye û nabe destûr bê dayîn ku ew bibin qurbaniyên hevrikiyên siyasî. Wê projeqanûnê piştgiriyeka xurt ji her du partiyên Komarparî û Demokratan li Kongresê bi dest xistiye.