Lindsey Graham gazîkirina nûnerê rêjîmê bi Davosê bi tundî rexne kir

.

Lindsey Graham, Senatorê peyebilind ê Komarîxwazên Amerîkayê gazîkirina Ebas Îraqçî, wezîrê derve yên rêjîma Îranê bo Kora Cîhaniya Aborî li Davosê bi tundî rexne kir û rû bi birêveberên vê korê bi tundî got: “we hay ji xwe nîne ji vê yekê xirabtir ti peyamek bo xwenîşanderên li Îranê nîne”.

Navbirî tevî îşare bi kuştina hovaneya xelkê Îranê ji aliyê rêjîmê, biryara gazîkirin a Ebas Îraqçî bo Davosê guhnedana kûr bi rastiyên li Îranê û peyameke bêhivîker bo serhildarn binav kir ku canê xwe bo bidestveanîna azadiyê dêxin metirsiyê.

Navbirî gazîkirina nûnerê rêjîmê bi Davosê wek gazîkirina Hîtler bi koreke cîhanî binavkir.

Herwisa “Hillel Neuer” ê parêzer û Serokê Birêvebrî ya Çavdêrê Mafên Mirovî ya Saziya Netyewên Yekgirtî, bi Ebas Îraqçî huşdarî da ku nabe li civîna Davosê de beşdariyê bike, neku dê skalayê li dijî wî li dadstaniya Swîsê de tomar bike.

Navbirî rû bi Ebas Îrqaçî got: “Ti parastineke navnetewî te li xwe nagire û rola te li şêwreya bilind a ewlehiya rêjîmê li komkujkirina hezarn xwenîşanderî, mînaka cinayet li dijî mirovahiyê ye û lewma li benda binçavkirin, dadgehîkirin û birêveçona dadperweriyê be”.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan