Lindsey Graham: Di Kongreyê de ji bo parastina Kurdan lihevkirineke bihêz çêbûye

.

Senatorê navdar ê Komariyan radigihîne ku di Encumena Pîran a Amerîkayê (Kongre) de di navbera her du partiyan de ji bo parastina Kurdên li Sûriyeyê lihevkirineke bihêz heye. Her wiha hişyarî dide ku "DAIŞ hîn jî metirsiyeke mezin e."

Endamê Encumena Pîran a Amerîkayê Lindsey Graham ji ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku dilgiraniyeke zêde û hevpar di navbera Komarî û Demokratan de heye derbarê têkçûna rewşa Sûriyeyê.

Graham di berdewamiyê jî de got, "Lihevkirineke bihêz heye ku divê Kurd werin parastin, çimkî wan di dema têkbirina xîlafeta DAIŞê de alîkariyeke gelekî zêde ya Amerîkayê kir."

Senatorê Amerîkayê behsa wê yekê kir ku desthilatên Encumena Pîran rastîn in û daxwaz kir ku her kes ji bo gavên paşerojê "li bendê be."

Linsey Graham derbarê gotegotên vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin desthilata HSDyê de hişyarî da; heke ew gotegot rast bin, "DAIŞ dê gelekî kêfxweş bibe."

Bi baweriya Lindsey Graham, hiştina hêzeke kêm a Amerîkî ji bo karkirina li gel xelkê herêmê, wekî "polîs" e da ku rê li ber vejîna DAIŞê were girtin û asayîşa Amerîkayê were parastin.

Daxuyaniyên Graham di demekê de ne ku Tom Barack, nûnerê Amerîkayê yê karên Sûriyeyê xwedî helwesteke cuda ye û pê bawer e ku "erkê HSDyê bi dawî bûye û divê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin."

Êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê roja 6ê vê mehê li ser HSDyê li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dest pê kir.

Pişt re êrişî parêzgehên Reqa, Dêrazor û Hisîçayê kirin ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne.

Roja sêşemê Artêşa Ereban a Sûriyeyê agirbesteke çarrojî ragihand. Li gel agirbestê hewlên dîplomatîk ji bo dawîanîna li aloziyên Sûriyeyê didomin.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin