Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin

.

Li Birêvebiriya Serbixwe ya Zaxoyê kevirê bingehîn ê kargeheke dermanan a bi 22 milyon û 250 hezar dolaran hat danîn.

Serpereştyarê Birêvebiriya Serbixwe ya Zaxoyê diyar kir ku Zaxo di hemû waran de pêşeng e.

Wezîrê Tenduristiyê jî anî zimên ku Kurdistan di warê çaksaziya dermanan de bûye mînakeke bipêşketinê.

Îro di merasîmekê de kevirê bingehîn ê kargeha "Dasin" a hilberîna dermanan hat danîn.

Ev kargeh li nahiyeya Batîfayê ya Birêvebiriya Serbixwe ya Zaxoyê tê avakirin.

Proje dê di 36 mehan de temam bibe

Proje li ser rûberê 18 donim erd tê çêkirin.

Biryar e ku ev proje di nava 36 mehan de were temamkirin.

Bi temambûna kargehê re dê ji bo 399 kesan derfetên kar peyda bibin.

Serpereştyarê Birêvebiriya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di merasîmê de axivî.

Wî ragihand ku di 4 salên borî de zêdetirî 50 kargeh li Zaxoyê hatine vekirin û wiha domand:

“Zaxo di hemû warên avedaniyê de pêşeng e. Lê li gorî plan û armanca me ya ji bo Zaxoya 5 salên bê, hîn gelek proje û avedanî mane."

Masterplana hilberînê

Li gorî gotina Guhdar Şêxo, Zaxo yekane bajar e ku masterplana wê ya hilberînê temam bûye û di destê hilberîner û karsazan de ye.

Wî li ser vê yekê jî wiha got, “Ji roja ku Zaxo bûye birêvebiriyeke serbixwe, li ser wê yekê tê xebitîn ku dê Zaxo piştî 50 salên din çawa be.

Em planeke avedaniyê ya li gorî wê datînin."

Kargeh dê gelek cureyên dermanan berhem bîne.

Dê salane 2 milyon şûşeyên sîruman, 2 milyon qetre, 3 milyon û 500 hezar heb û milyonek derzî werin hilberîn.

"Dê pêwîstiya me bi hawirdeyê nemîne"

Birêvebirê Kargeha Dasinê Dr. Remezan Teyib ji Rûdawê re axivî û got:

“Li Îraq û Herêma Kurdistanê di hilberîna dermanan de kêmasiyeke mezin heye. Ev kargeh dê ji bo dabînkirina daxwaza dermanan bibe alîkar.

Di destpêka projeyê de dê heb, vitamin û şerûbên hişk bi rêjeyeke zêde werin hilberîn.

Dê pêwîstiya me bi hawirdekirinê nemîne û dibe ku em dest bi hinartinê jî bikin."

Dr. Remezan Teyib di ser peydakirina xebatkarên pispor jî diyar kir ku ew dê kadroyên xwe bişînin Almanyayê da ku perwerde bibin.

Wî da zanîn ku ew amûran jî ji heman welatî tînin û got:

“Ew kargehên ku amûran didin me, dê kadroyên xwe jî bînin da ku kargehê bixin kar. Ew dê salekê heta du salan rahênanê bi kadroyên me bikin."

"Şoreşa çaksaziyê" ya di sektora tenduristiyê de

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî jî proje wekî "yek ji projeyên herî girîng û stratejîk ên li Kurdistanê" bi nav kir.

Wî ragihand ku wan di warê derman û pêdiviyên bijîşkî de dest bi "şoreşeke çaksaziyê" kiriye.

Wezîrê Tenduristiyê got, "Niha Kurdistan di warê çaksaziya derman û pêdiviyên bijîşkî de ji bo derve û beşên din ên Îraqê bûye mînakeke bipêşketinê.

Ev yek bi şahidî û dayîna bawernameyên navneteweyî hatiye îsbatkirin."

Dr. Saman Berzincî eşkere kir ku di çend salên borî de ji bo zêdetirî 18 hezar cureyên derman û pêdiviyên bijîşkî biha hatiye diyarkirin û bihayên wan hatine kêmkirin.

(Rûdaw) 

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin