Li Zaxoyê agir bi kampeke Kurdên Êzidî ket

.

Li Zaxo ya Duhokê agir Kampa Bacid Kendal a ku penaberên Kurdên Êzidî ket û di encamê de 12 kon şewitîn.

Berpirsê Ragihandina Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê Evîndar Îzet îro Şemiyê ji Rûdawê re ragihand, “Şewat îro di demjimêr 09:00an de derket, heta niha sedema şewatê nayê zanîn lê bi îhtimaleke mezin sedem elektrîk e.”

Evîndar Îzet her wiha diyar kir ku tîmên wan li cihê bûyerê ne û ziyanan dijmêrin û got, “Em niha nizanin ka ji xeynî ziyanên madî, ziyanên canî hene yan na.”

Yek ji wan kesên ku konê wî şewitiye ji Rûdawê re ragihand ku 20 milyon dînarên wî di kon de bûye û şewitiye, her wiha keçekê jî gotiye zêrên wê di nava konan de bûye û têk çûne.

Şêniyekî din ê kampê jî anî ziman, “Ti daxwazeke me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne, ji ber ku berê jî çend caran kon şewitîn û tiştek bo me nehatiye kirin.”

Penaberên Kurdên Êzidî di Kampa Bacid Kendal a li Zaxoyê de dijîn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin