Li Zaxo agir bi 8 kon û çadirên koçberan ket

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajarê parêzgeha Duhokê diyar kir, îro 09.08.2019ê serê sibehê agir berbûye kon û çadirên koçberên Şingalê yên li kampa Çem Miko ya qeza Zaxoyê û di encamê de 8 kon û çadir bi temamî şewitîne.

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajarê parêzgeha Duhokê diyar kir, îro 09.08.2019ê serê sibehê agir berbûye kon û çadirên koçberên Şingalê yên li kampa Çem Mİko ya qeza Zaxoyê û di encamê de 8 kon û çadir bi temamî şewitîne.

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajar a parêzgeha Duhokê Bêwar Ebdulezîz ragehand: ‘’Îro demjimêr 03:00ê ber bi sibehê ve di encama şorta elektrîkê agir berbûye kon û çadirên koçberên qeza Zaxo û hemû tiştên di çadiran de jî şewitîne û 8 çadir temamî şewitîn. Piştî tîmên berevaniya bajar geheştin cîhê bûyerê karîn agir kontrol bikin û çadirên din ji şewatê rizgar bikin. Ev bû du care agir berdibe çadirên koçberên li kampa Çem Mişko.’’

Berpirsê ragehandinê li beşa karûbarên mirovî li Duhokê Salim Seîd jî ragehand: ‘’Li kampa Çem Mişko ya Zaxoyê 27 hezar û 245 kesên koçber jiyan dikin ku kampa herî mezin a deverê ye, her koçberekî çadıra wî bişewite, em wek beşa karûbarên mirovî li parêzgeha Duhokê li gel rêxistinên peyvendîdar hewl didin wan malbatan qerebû bikin û tiştên şewitîne di cîha wan de tişt dabîn bikin.’’

Siyaset Haberleri

Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'
Li Hisîçayê şahiya piştgiriya HSDyê hat lidarxistin
Îsko Dasinî: Milethezî ji baweriyê cudatir e, bila Kurdbûna me winda nebe
Mezlûm Ebdî: Koalîsyona Navneteweyî mifteya hilweşîna DAIŞê bû
Larîcanî li ser dabeşbûna navxweyî rêveberên Îranê hişyar dike