Li Zanîngeha Cenevreyê Dersa Kurdî

Li Zanîngeha Cenevreyê ji bo dersa kurdî serdema duyemîn duşema pêşîya me dest pê dike. Mamosteyê dersê Yeqîn H. ye.

Navenda NûçeyanDersê piştî çend salan carekê din di 1ʼê sermaweza 2019'an de dest pê kiribû. Niha hefteyê carekê roja duşemê du saatan dikişîne. Ders li ser gramer, rastnivîs, xwendin û nivîsandina kurmancîyê ye.

Serdema yekê 12 şagirtê dersê hebûn. Yeqîn H. hêvî dike ku şagirt zêde bibin û pola duyem jî vebe.

Yeqîn H. xelkê Merdînê ye û sertîfîkaya mamostetîyê ji Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê wergirtîye. Ew bi xwe nivîskar û stranbêj e. Du pirtûk û du albûmên wî derçûne.

Komeleya Xwendekarên Kurd ya Cenevreyê dersê organîze dike û zanîngeh jî salonê dide. Yeqîn H. dibêje, “Komeleya Xwendekaran got, em wekî xwendekarên kurd dixwazin dersa kurdî bibînin. Tu dikarî dersê bidî. Paşê komeleyê ji zanîngehê cîh xwest. Daxwaz qebûl bû û dersê dest pê kir."

Yenî Ozgur Polîtîka

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir