Li Xurmatûyê êrişî Alaya Kurdistanê hat kirin: Leşkerê Îraqî hat girtin

.

Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Selahedînê, leşkerekî Îraqê bi kêrê Alaya Kurdistanê parçe kir û ev yek bû sedema bertekan û paşê jî ew leşker hat desteserkirin.

Serokê Tora Medyayî ya Ewlehiyê ya Îraqê Seid Mean derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got, “Em Ala Herêma Kurdistanê wekî alaya xwe dibînin û em teqez rê nadin kiryarên bi vî rengî.”

Li Îraq û Herêma Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên parlamentoyê çûn ser sindoqan.

Li Xurmatûyê dema zarokekî ku Alaya Kurdistanê bi bisîklêta xwe ve kiribû û li derdora navenda dengdanê digeriya, ji aliyê leşkerên Îraqê ve hat rawestandin.

Yek ji leşkeran Alaya Kurdistanê ya bi bisîklêtê ve bû bi kêrê parçe kir.

"Zilmê li Kurdan dikin"

Welatiyekî ku şahidiya bûyerê kiriye, ji Rûdawê re axivî û hestên xwe wiha anîn ziman:

“Bi rastî ez gelekî dilgiran bûm. Min bi çavên xwe dît, wan artêşek anîye da ku zilmê li Kurdan bikin.

Eger min nedîtiba, min bawer nedikir. Zarokek li ser bisîklêtê bû, Alaya Kurdistanê hildigirt.

Leşker çûn û ew ala bi kêrê parçe kirin. Êdî bes e! Bila ev gel jî hişê xwe bîne serê xwe.

Heta kengî dê ev zilm bidome? Ez lava dikim, herin dengê xwe bidin da ku ev kes nikaribin serweriya xwe li ser me ferz

Di dema weşana zindî ya Rûdaw TVyê de li Xurmatûyê, ew demên ku leşkerên Îraqê li pey ciwanekî ketibûn, ketin ber kamerayan.

Di dîmenan de tê dîtin ku leşker ber bi ciwanên li herêmê ve diçin.

Nûçegihanê Rûdawê Horvan Rifat ragihand ku bûyera navborî li parêzgeha Selahedînê di demên dawî de bûyera çaremîn a bi vî rengî ye.

Nûçegihanê me da zanîn ku gelek welatî ji ber Alaya Kurdistanê rastî êrişan hatine.

"Leşkerê ku êriş kiriye hatiye desteserkirin"

Serokê Tora Medyayî ya Ewlehiyê ya Îraqê Lîwa Seid Mean ji Rûdawê re tekez kir ku ev bûyer nayê qebûlkirin û got:

“Em Ala Herêma Kurdistanê wekî alaya xwe dibînin. Em bi ti awayî rê nadin kiryarên bi vî rengî.”

Seid Mean her wiha ragihand ku leşkerê ku destê wî di bûyerê de hebûye hatiye desteserkirin.

Alaya Kurdistanê li gorî madeya 117an a Destûra Bingehîn a Îraqê xwedî statuyeke yasayî û fermî ye.

Li gorî wê madeyê, “Herêma Kurdistanê herêmeke fermî ya daîmî ye û yasa û biryarên Parlamentoya Kurdistanê derbasdar in.”

Ji ber vê yekê, Alaya Kurdistanê li Îraqê bi awayekî fermî hatiye naskirin û alayeke yasayî ye.

Xurmatû wekî bajarekî girêdayî Herêma Kurdistanê tê naskirin. Lê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an, malên gelek malbatên Kurdan hatin wêrankirin û gelek malbatên Kurd neçar man ku bajêr terk bikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qala simkoyê Şikak li pirtûkên bîhanî de û wêneyê nû
Zêdetir ji 74 cinazê mirovan li bendava çikbûyî ya Kerecê de hatine peydakirin
Iraqê bersiva Îranê da!
Keça Osman Sebrî: Mîrasa bavê min a 30 salan hat şewitandin
Belçîka piştgiriya hilbijartinên Îraqê dike û peyamekê dide Herêma Kurdistanê