Li Wanê panela 'Ziman û Netewe'yê: 'Divê Kurd malên xwe bikin fêrgeh'

.

Saziya Akademiyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê panelek bi sernava “Ziman û Netewe” saz kir.

Nivîskar û akademîsyenên ku beşdarî panelê bûn, bal kişand ser astengiyên li pêşiya Kurdî.

Di panelê de xebat û gavên ji bo parastina ziman hatin gotûbêjkirin.

“Neteweyek bê ziman nabe”

Mamoste û Xebatkarê Akademiya Wanê Muzafer Duman diyar kir ku wan bi zanebûn mijara panelê wekî "Ziman û Netewe" hilbijartiye û got:

“Çima Ziman û Netewe? Ji ber ku di van demên dawî de hişmendiya neteweyî ava bûye, me got neteweyek bê ziman nabe.

Ji ber wê yekê jî em her tim wekî Komeleya Akademiyê gîrîngiyê didin xebatên ziman.”

“Divê Kurd 6 milyon malan bikin dibistan”

Hevserokê Akademiyê Abdurrahîm Orhan jî bal kişand ser rewşa perwerdeya li Tirkiyeyê.

Orhan diyar kir ku li Tirkiyeyê 750 hezar pol hene ku xizmeta Tirkî dikin û wiha axivî:

"Ji bo ku Kurdî jî hebûna xwe bidomîne û xwe ji çerxa asîmîlasyonê biparêze, divê Kurd 6 milyon malên xwe bikin dibistan û fêrgeh.

Bi vê panelê armanca me ew bû ku em balê bikişînin ser zimanê Kurdî, bipêşxistin û geşedana wî ya di nav civakê de.

Ji ber bêderfetiyan pêwîst e em Kurd lê xwedî derkevin û vî zimanî bidin jiyankirin da ku winda nebe.”

Panel bi mazûvaniya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê bi rê ve çû.

Welatî û rewşenbîrên Wanê eleqeyeke germ nîşanî panelê da.

Welatiyê bi navê Zekî Îtah kêfxweşiya xwe anî zimên û got, “Em spasdarê Akademiyê ne. Mala wan ava.

Em dixwazin her tim bername û xebatên wiha di nav civaka me de li Kurdistanê û bi taybetî jî li Wanê bên lidarxistin û Kurd beşdar bibin.

Em bangî saziyên xwe yên din jî dikin ku bi berdewamî xebatên wiha bikin.”

Banga ji bo dersên bijarte

Di panelê de banga herî girîng ji bo dersên bijarte yên Kurdî bû.

Saziya Akademiyê daxwaz ji hemû malbatan kir ku ji bo dersên Kurdî li dibistanan serlêdanê bikin.

Panel bi çend kilamên dengbêj Taha bi dawî bû.

Kurdistan Haberleri

Trump bangî Hemasê kir: ‘Demildest çekan deyne’
Îran: Heke Amerîka êriş bike em dê êrişî baregehên wê bikin
Almanyayê li ser hevdîtina Wadephul û Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da
Almanya: Em piştgiriya pêkanîna agirbesta di navbera HSD û Şamê de dikin
Rubio: Trump ji bo Kurdan du caran telefonî Ehmed Şer kir