Piştî hewlên Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, li Wanê Konsulxaneya Îranê bi awayekî fermî hat vekirin.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva li ser mijarê daxuyaniyek da.
Serokê Lijneya Birêveber a Van TSOyê Necdet Takva bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyameke vîdeoyî ev mizgînî ragihand.
Takva di peyama xwe ya vîdeoyî de wiha got:
“Îro ez ji bo parvekirina mizgîniyeke nû li pêşberî we me. Em di rojeke gelekî bi kelecan û dîrokî de ne.
Ji Parêzgarê Wanê birêz Ozan Balci ez hîn bûm ku Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê ya Wanê ku ji sala 2015an vir ve di rojeva me de ye û me bawer dikir ku ji ber bajarê sînorî divê li Wanê be û me ev yek li her platformê bi israr û bi bawerî anîbû ziman, bi awayekî fermî hatiye vekirin û ji îro pê ve em li cihekî ji bo konsulxaneyê digerin.”
“Dê tevkariyeke mezin bike”
Takva diyar kir ku ev pêvajoyeke bi kelecan e û wiha anî zimên:
“Ez hêvî dikim vekirina Nûnertiya Herêmî ya Wezareta me ya Karên Derve li Wanê û di heman demê de destpêkirina çalakiyên Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê, bi taybetî ji bo ku Wan bajarê sînorî ye û sûdê ji avantajên bajarê sînorî wergire, dê tevkariyeke mezin bike û li ser xêrê be.”
“Ji bo cîhana karsaziyê ya Wanê pêvajoyeke kêfxweşiyê ye”
Takva di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû:
“Wekî ku hûn dizanin, konsulxaneyên Komara Îslamî ya Îranê li herêmên herî nêzîkî me, Erzirom û Trabzonê hebûn.
Di rastiyê de maf û heqanî ew bû ku li Wanê jî konsulxaneyek hebe.
Me ev daxwaza xwe tim ji rayedarên biryarder, bi taybetî ji rayedarên hikûmetê û birêz Serokkomar re digot.
Ez spasiya hemû aliyên pêwendîdar ên ku ev kar xwestin û keda xwe dan, di serî de birêz Serokkomar, Wezareta me ya Karên Derve û li Wanê, dikim.
Her wiha daxwaz û xwesteka birêz parêzgarê me di vî warî de gelekî girîng bû.
Di Civîna Hevkariya Aborî ya Parêzgehên Sînorî ya dawî de cihgirtina xaleke bi vî rengî di metna lihevkirinê de, ez dikarim bibêjim ku ji bo Van TSO û cîhana karsaziyê ya Wanê pêvajoyeke kêfxweşiyê ye.”
Takva da zanîn ku lêgerîna ji bo cihê konsulxaneyê berdewam dike û destnîşan kir ku êdî pêvajoya ji bo ku Wan di asta navneteweyî de were temsîlkirin dest pê kiriye.