Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji bo zarokan pêşbirka helbestan hat lidarxistin.
Pêşbirka bi navê “Nûbihara Biçûkan” bi hevkariya Kovara Akademiyê, Enstîtuya Ehmedê Xanî û Nûbiharê hat sazkirin.
Pêşbirka Helbestên Kurdî di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî de hat lidarxistin.
Pêşbirk li Hola Konferansan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hat kirin.
Macît Orhan û Cahîde Koçê pêşkêşvaniya bernameyê kir.
151 zarok beşdar bûn
Ji 7 bajaran bi tevahî 151 zarok beşdarî pêşbirkê bûn.
Di encamê de 20 zarok ji nav wan wekî serkeftî hatin destnîşankirin.
Zarokên ji bajarên Wan, Colemêrg, Riha, Êlih, Amed, Sêrt û Bedlîsê derketin ser dikê û helbestên Kurdî xwendin.
Di pêşbirkê de Songul Dînçer bû yekem, Delal Dûman bû duyem û Gul Kaya jî bû sêyem.
Armanca sereke ya bernameyê ew bû ku têkiliya zarokan û wêjeya bi zimanê dayîkê xurt bibe.
Her wiha dihat armanckirin ku eleqeya zarokan a ji bo helbestên Kurdî zêde bibe.
Xelatên curbicur hatin dayîn
Di pêşbirkê de xelatên wekî zêrê çaryek, tablet, saeta jîr û pere dan zarokên serkeftî.
Di bernameyê de dengbêjê navdar Taha Bozdemîr, hunermend Neslîhan Edîş û Şivan Ulaş derketin ser dikê.
Hunermendan bi kilam û stranan zarok û beşdar kêfxweş kirin.
Saziyên ku pêşbirk amade kiriye dixwazin ev pêşbirk salên paşerojê jî xurttir bidome û bibe kevneşopiyek.