Li Wanê Dozgerî jibo 3 Zarokan 78 Sal Cezayê Zîndanê Dixwaze

.

Serdozgerîya Komarî ya Wanê derheqa 3 zarokên ku rastî tundîyê hatibûn, îdianame amade kir û jibo her sê zarokan bi gişti 78 sal cezayê zîndanê xwest.

Zarokên bi navê O.S., Ş.Y. û O.D ku temenê wan di navbera 14 û 17 salîyê de ne, bi “endamtîya Partîya Karkerên Kurdistan (PKK)” û “bikaranîna madeyên peqînkar” hatin suçdar kirin.

Îdianame ji alîye Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê ve hat pejirandin û rûniştina destpêkê dê di 25 Sibatê de pêk were.

Nacî Duman

Endamê baroya Wanê û parêzerê zarokan Nacî Duman dibêje ku jibo cezakirina zarokan ti delîl tune ne.

“Di dosyayê de agahîyên ku wek delîl hatine nîşandan hemî îdiayên ne îsbatkirî ne. Divêbû ev îdianame ji alîyê dadgehê ve nehatiba qebûl kirin.”

Duman bal kişand ser tundîya dijî zarokan û îdia kir ku armanca dozgerîyê ew e ku mijara êşkence nepenî bike.

“Di qanûnên Tirkîyê de şertên lêpirsîn û sucdar kirinê hatine nivîsîn. Lê ev lêpirsîn yekalî hatiye amade kirin ku armanca wê veşartina êşkenceya ser zarokan e.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 15 Sibata 2019’an de 3 zarok ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatibûn desteser kirin. Piştî cend rojan Baroya Wanê wêneyên zarokan parve kiribûn ku li rêvebirîya ewlekarîyê bajarokê Îpekyolê li Wanê rastî tundîyê hatibûn.

Dû re, Baroya Wanê derheqa polîsan de gilî kiribû û lêpirsîn hatibû destpê kirin. Duman dide zanîn ku di lêpirsîna dijî polîsan de heta niha ti pêşketîn çênebûye û derbarê zarokan de îdîaname hatiye amade kirin.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin