Li Wanê di baxçeyê dibistanekê de hestiyên mirovan hatin dîtin

.

 Li navçeya Rêya Armûşê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di kolandina baxçeyê dibistanekê de hejmarek zêde hestiyên mirov hatin dîtin.

Li gor zanyariyan piştî dîtina hestiyên mirovan berpirsên Şaxa Komeleya Mafên Mirov û Baroya Wanê çûne cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.

Serokê Baroya Wanê Sinan Ozaraz derbarê mijarê de dibêje bi fermî ji bo wan ev rewş nehatiye ragihandin lê li ser agahdarkirina xelkê herêmê çûne cihê bûyerê û lêkolîn kirine.

Sinan Ozaraz dibêje: “Li gor lêkolîna me kiriye hestiyên derketina yên mirovan e. Li ser vê yekê me dozger agahdar kiriye. Hêzên emnî hatine cihê bûyerê û ewlekariya wê derê tê wergirtin. Di encama lêkolînê dê derkeve ka ev der goristan e an jî gora bi kom e. Wek Baroya Wanê em dê bûyerê bişopînin.”

Li gor çavkaniyeke xwecihî beriya niha nêzîkî cihê ku hestî hatinde dîtin avahiyên leşkerî hebûne û hestiyên hatine dîtin tenê 1 metre û nîv di bin erdê de bûne.

Kurdistan Haberleri

ENKS û rêveberê Serê Kaniyê asankirina vegera koçberan gotûbêj dikin
Lahur Şêx Cengî û Polad dest bi greva birçîbûnê kirin
Fazil Mîranî: Bêyî PDKê ti hikûmetek li Bexdayê nayê avakirin
Li Şamê cara yekem 'Dîdargeha Rojên Kurdî' hat lidarxistin
PDK: Heta demeke nediyar em civînên parlemana Iraqê baykot dikin