Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin

Piştgiriya berdewam a Serok Barzanî ya ji bo pêkhateya Xrîstiyanan bûye sedem ku Papayên berê û Papa Fransîs rêzeke taybet bidin hevdîtinên ligel wî û xelata taybet a Vatîkanê pêşkêşî wî bikin.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Heme Salih got ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê de dîrokî ne û bal kişand pira van têkiliyan bi serdana yekem a fermî ya Serok Mesûd Barzanî di salên 2005 û 2006an de hatiye avakirin.

Rêzan Heme Salih destnîşan kir ku xemxwûrî û piştgiriya berdewam a Serok Barzanî ya ji bo pêkhateya Xrîstiyanan bûye sedem ku Papayên berê û Papa Fransîs rêzeke taybet bidin hevdîtinên ligel wî û xelata taybet a Vatîkanê pêşkêşî wî bikin.

Sembola Biratiyê û Gotûbêjên Herêmî

Nûnerê Kurdistanê eşkere kir ku serdana vê carê bi mebesta tevlîbûna di hilbijartina patriyarkê Iraqê de hat encamdan.

Xanim Heme Salih da zanîn, wê ala Kurdistanê di nav Vatîkanê de di destê Xrîstiyanan de dîtiye û tekez kir ku Herêma Kurdistanê penageheke aram e ji bo pêkhateya Xrîstiyanan. (PK)

Avrupa Haberleri

Tirkiye di lîsteya reş a DMMEyê de, di 22 salan de zêdetirî hezar darizandinên bêdad
Federasyona Zimanê Kurdî: Bi piştevaniya Hikûmeta Herêmê em kursên Kurdî ”online” vedikin
Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir