Li Urdinê 5 welat derbarê Sûriyê de civiyan

.

Civîna şêwirdariyê derbarê Sûriyê, li Emmana paytexta Urdinê bidawî bû. Di civînê de, wezîrên derve yên her pênc welatên Urdin, Misir, Erebistana Siûdî, Iraq û Sûriyê beşdar bûn.

Her li gor hin çavkaniyên deplomasî, civîn ji bo wê yekê bû, Sûriyê bersiva hin pêşinyarên welatên Erebî bide, ku ji bo vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî wek merc tên hesibandin.

Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksaziyê, Şukrî Şêxanî ku endamê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD)ê ye, derbarê vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got: “Bê guman vegera Sûriyê bo Komkara Erebî, helbet tiştekî baş e ji bo niştiman û welatî, lê divabû sedemên birrîna pêwendiyan li ber çavan bêne girtin, ku li pey dûrxistina Sûriyê ne ji Komkara Erebî. Sedemên rasteqîne nehatine çareserkirin, herwiha sedemên azarkêşiyê nehatine çareserkirin, wiha jî sedemên koçkirin, derbiderbûn, riswakirin  û birçîbûnê nehatine çareserkirin.”

Wezîrên derve yên Urdin, Siûdiyê, Iraq û Misrê daxwaza çareyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê dikin bi awayekî ku serwerî û yekîtiya wî welatî parastî be.

Wezîrê Derve yê Urdinê, Eymen El-Sefedî, di dawiya civînê de ragihand rêbaza ku arasteyî Sûriyê hate kirin, ji bilî wêraniyê tiştek neanî.

Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksaziyê, Şukrî Şêxanî dibêje, ji bo biryareke wiha hesas biryar ne di destê Sûriyê de bixwe lê belê di destê Rûsya û Îranê de ye.

Şukrî Şêxanî got: “Li ber çavan nehatiye girtin ku aniha li Şamê, biryareke Sûrî nîne. Lê belê biryareke serwerî ya Rûsî û biryareke serwerî ya Îranî heye, û mixabin, ew biryara Sûrî kontrol dikin.”

Civîna pên çalî li Emmanê, gaveke din a pêwendiyên welatên Erebî ye ligel Sûriyê, ku dibe rê li pêş asayîkirina giştî ya pêwendiyan û vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî veke.

Kurdistan Haberleri

DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir
Dahata gumrikan a Herêma Kurdistanê ya 7 salan eşkere bû
Falconer: Peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê pir giring in, divê bihêztir bibin