Li Tirkiyeyê Discord hat qedexekirin

.

– Li Tirkiyeyê sepana medyaya civakî Discord hat qedexekirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, sepana medyaya civakî Discord hatiye qedexekirin.

Yilmaz Tunç di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir, têra xwe guman hene ku li ser platforma medyaya civakî ya bi navê Discordê sûcên "îstismara cinsî ya zarokan û mustehcenî" tên kirin.

Tunç destnîşan kir ku wan li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi destê Dadgeriya Sulh û Ceza ya Enqereyê sepana medyaya civakî Discord qedexe kiriye.

"Em dê ti wextî destûrê nedin"

Wezîrê Dadê bal kişand li ser wê yekê ku ew bi biryar in, zarokan ji weşanên bi zerer ên medyaya civakî û înternetê biparêzin û got:

“Em dê ti wextî destûrê nedin wan hewldanan ku dixwazin bingeha civaka me hilweşînin."

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand