Li Tirkiye û Bakur hejmara qurbaniyên erdhejê 50 hezarî derbas kir

.

Serokê Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer ragihand, hejmara qurbaniyên erdhejên 6ê Sibatê, gihîştiye 50 hezar û 96 kesan.

Serokê Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer ragihand, hejmara qurbaniyên erdhejên 6ê Sibatê, gihîştiye 50 hezar û 96 kesan.

Yunus Sezer eşkere kir, hejmara birîndarên erdhejê ku navenda wê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû, 107 hezar û 204 birîndar bûye.

Li aliyê din, lêpirsînên erdhejê de, 104 mutahît, 161 berpirsên avahiyê, 15 xwediyên avahiyan û 18 kesên ku di avahiyan de guherînan kirine, hatine girtin.

Ji ber erdheja roja 6ê Sibatê, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdetirî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin