Li Tirkiyê di 2022an de rêjeya eşkenceyê ji sedî 22 bilind bû

.

 Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê rapora xwe ya sala 2022an aşkere kir û da zanîn ku li Tirkiyê rêjeya eşkenceyê ji sedî 22 bilind bûye.

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê, Rapora Navendên Dermankirinê ya Sala 2022yê aşkere kir. Li gor raporê, di sala 2022an de hezar û 201 kes bi hinceta ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê eşkence li wan kiriye serî li weqfa wan dane û rêjeya serîldanan li gor sala par, ji sedî 22 bilind bûye.

Rapor aşkere dike, ji sala 2001ê û heta niha çi salan wek sala 2022an, serîlêdanên eşkencekirinê nehatine tomarkirin.

Weqfa Mafê Mirovan yek ji wan saziyên sivîl ên diyar ên Tirkiyê ye ku xizmeta dermankirinê û vegerandina li nav civakê dide kesên ku hatine eşkencekirin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin