Li Swêdê gotinên weha nijadperest; ”Misilman sedî sed ne însan in”

Partiya Demokrat a Swêdê (SD) Partîyeka li dijî biyanîyan e û parlamenterê wê Martin Strid vê gotinê kiriye.

Di civîna partîya xwe ya li bajarê Norkopingê  Parlamenterê Partiya Demokrat a Swêdê Martin Strid ji bo misilmanan gotîye; "ew sedî sed ne însan in û her ku ew Îslamê fêr dibe şaş dimîne."

Heqaretkirina Martin Strid li misilmanan li Swêdê bûye sedema aciziyeke mezin. Serokê Giştî yê Partiya Lîberal a Swêdê Jan Bjorklund û Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt li hember  axaftina Martin Strid bertek nîşan dane û axaftina wî ” bi sedî sed nijadperestî” bi nav kirine.

Misilmanên ku li bajarê Norrkopingê dijîn ji bo axaftinên Martın Strid gilî kirine. Hat ragahandin ku li ser reaksiyonan, Strid gav paşve avêtîye û uzra xwe xwestîye.

Partiya Demokrat a Swêdê (SD) Partîyeka li dijî biyanîyan dihê nasîn û li gor anketan partîya sêyem a mezin a Swêdê ye.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê