Li Sûriyeyê gavên nû: 'Bernameya xwendinê li Kurdî tê wergerandin'

.

Parêzgarê Hisîçayê ji Rûdawê re ragihand ku pêşniyarek heye bernameyên xwendinê yên Sûriyeyê wergerînin zimanê Kurdî.

Li gorî pêşniyarê, ev bername dê li Hisîça, Kobanî, Efrîn û taxa Şêx Meqsûdê ya li Helebê li dibistanan bê xwendin.

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Nûredîn Ehmed da zanîn ku li parêzgeha Hisîçayê li ser mijara perwerdeyê çend civînên girîng hatine kirin.

Di encama van civînan de, di navbera Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê û aliyên pêwendîdar de li ser çend xalên stratejîk lihevkirin pêk hatiye.

Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Turko û Nûnerê Serokkomar Ziyad Ayîş beşdarî van civînan bûn.

Di civînan de çarenivîsa bi hezaran xwendekar û mamosteyên ku di pergala Rêveberiya Xweser de bûn hat gotûbêjkirin.

Dê dîploma bên naskirin

Nûredîn Ehmed diyar kir ku ji bo naskirina bawernameyan (dîploma) komîteyeke taybet tê avakirin.

Ev komîte dê rewşa bawernameyên amadeyî û navîn ên salên borî binirxîne ku bi bernameyên Rêveberiya Xweser hatine wergirtin.

Armanc ew e ku ev bawername ji aliyê Rêveberiya Perwerdeyê ve bi awayekî fermî bên naskirin û piştrastkirin.

Parêzgarê Hisîçayê her wiha destnîşan kir ku dê xwendekar bikevin nav pergala perwerdeya giştî û got:

“Wekî qonaxeke veguhêz, dê destûr bê dayîn ku xwendekarên polên 9 û 12an di sala xwendinê ya 2026-2027an de beşdarî ezmûnên fermî yên dewletê bibin.

Ev ezmûn dê li gorî bernameyên berê yên Rêveberiya Xweser bin.”

Meaşên mamosteyan

Parêzgarê Hisîçayê derbarê rewşa mamosteyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ji wiha anî zimên:

"Hemû karmend û mamosteyên ku di saziyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser de dixebitin, dê di pergala fermî de bên qebûlkirin û di qonaxên pêş de dê meaşên wan werin dayîn."

Wergerandina bernameyan a li Kurdî

Parêzgarê Hisîçayê li ser mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî jî eşkere kir ku pêşniyarek hatiye kirin.

Li gorî pêşniyarê dê bernameyên xwendinê yên Sûriyeyê li zimanê Kurdî bên wergerandin.

Ev bername dê li Hisîça, Kobanî, Efrîn û taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bên xwendin.

Ji bo lêkolînkirina aliyên îdarî û teknîkî yên vê biryarê dê komîteyek were avakirin.

Nûredîn Ehmed tekez kir ku dê di rojên pêş de rêkarên fermî ji aliyê wezaretê ve bên weşandin.

Ev rêkar dê derbarê hûrgiliyên van biryaran û awayê bicihanîna wan de bin.

Kurdistan Haberleri

Komeleya Zehmetkêşan: Îranê bi mûşekan êrişî baregeha me kir
Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin
Gera 5ê ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê hat lidarxsitin
Enfal: Siya dirêj a komkujiyê
Nasnameya Kurdistanî bi paşguhkirina dîrokê ji holê ranabe