Li Sûriyeyê ‘Bloka Neteweyî’ hate ragihandin

.

 Hat ragihandin ku îro 10ê Îlonê, siyasetmedarê Sûrî Heysem Menai bi vîdyoyekê daxuyaniyek ji raya giştî re weşand û damezrandina "Bloka Neteweyî ya Sûrî" ragihand.

Di daxuyaniyê de tê gotin, "Ji bo rawestandina ji nû ve çêkirina dîktatoriyê bi kincek nû-kevin, damezrandina blokê hat ragihandin. Ev blok sivîl û aştiyane ye, hewl dide dewleteke hemwelatîbûnê ya giştî û wekhev di çarçoveya pirrengiya siyasî û demokratîk a eşkere de pêk bîne û xwe dispêre cudakirina desthilatan, serweriya gel û rêgeza edaleta civakî."

Armanc û Rêgezên Bloka Neteweyî

Hat diyarkirin ku blok her çareseriyek li ser bingeha mezhebî yan jî iraqî red dike û banga damezrandina hikumeteke gelêrî û mecliseke damezrîner dike ku desûrekê saz bike, da ku serweriya dewletê misoger bike û rêzê ji mafên mirovan re bigire.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hin rêgez di ser destûrê re ne, weke yekîtiya Sûriyeyê di warê erdnîgarî û siyasî de, serxwebûna dadgeriyê, yekalîbûna saziyên leşkerî û ewlehiyê, misogerkirina mafên çandî û zimanî yên pêkhateyên neteweyî, pêkanîna edaleta pêvajoya veguhêz, tawîzdana qurbaniyan, pabendbûna bi mafên jinan û edaleta civakî.

Endam û Tevlîbûn

Di blokê de Heysem Menai, Tariq El Ehmed, Ramiya Îbrahîm, Nasir El Xezalî, Feransîs Tenos hene û ew nûnertiya partî û hêzên ji civaka sivîl dikin.

Li aliyê din, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hilbijartina navê "Bloka Neteweyî" ji tecrûbeya hevreng a di dema serweriya Fransayê de hatiye girtin. Wê demê kombûna siyasî bi heman navî roleke girîng di têkoşîna neteweyî de lîst. Gelek rêgezên sereke dihundirandin, weke navendîbûna nûjen, bijarteyek ji bo derbaskirina rewşa parçebûnê, avakirina dewletekê ku bikaribe pirrengiyê bi rê ve bibe. Çalakiya wê ya siyasî dê dûrî ti meyleke leşkerî be.

Damezrandina vê blokê, piştî ragihandina damezrandina "Konseya Siyasî ya Navîn-Rojavayê Sûriyeyê" hat ragihandin.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da