Li Sûriyê çekdarên ser bi Îranê ve 9 şivan kuştin

Li Sûriyê, îro çekdarên ser bi Îranê yên li gel rejîma Sûriyê şer dikin, komkujiyek li beyabana Hemayê pêk anîn, 9 şivan kuştin û birîndar kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) îro roja Çarşemê di 30.09.2020an de ragihand, li beyabana Hemayê, dema şivanan pezên xwe diçêrandin, çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve gule li wan reşandin.

Herwiha di raportekê de SOHRê daye zanîn, di encamê de 9 şivan hatin kuştin û 7 şivan jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e.

Çekdarên ser bi Îranê ve, gelek carên din jî bi vî rengî êrîşî şivanên li beyabana Sûriyê kirine . Di 16ê Tebaxa borî jî, çekdaran 4 şivan li rojhilatê Reqayê kuştibûn û pezên wan dizîbûn.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin