Li Sûriyê çarenivîsa 130 hezar kesan nediyar e

.

Li gorî raporta Netewên Yekbûyî (NY) heya niha ji ber şerê Sûriyê çarenivîsa 130 hezar kesan nediyar e ku bi deh hezaran kes li navçeyên Rojavayê Kurdistanê ne. 

Saziyeke Misrî ya mafên mirov projeyekê birêve dibe bo tomarkirina navê wan kesên ku li Rojavayê Kurdistanê winda bûne.

Li gorî saziya Geşepêdan û Mafê Mirov a Misrî ji ber şerê DAIŞê li Kobanê  543 kes, li Qamişlo 125 kes, li Efrînê 120 kes li Reqa û Minbicê 250 li Girê Spî û Serê Kaniyê hezar kes winda ne. 

Her li gor saziyê, ji aliyê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li xwe kirine, li Efrînê hezar û 750 kes û li navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanêjî  130 kes hatine windakirin. 

Ew saziya Misrî dibêje ku navê kesên winda ne li cem wan tomarkirî ne û tên parastin û  dê kar bikin ji bo diyarkirina çarenivîsa wan.

Li aliyê din li gor amarên NYê ji ber şerê Sûriyê heta niha çarenivîsa 130 hezar kesan nediyar e ku bi deh hezaran kes li navçeyên Rojavayê Kurdistanê ne.

Li Sûriyê ji sala 2011an ve şerê navxwe berdewam û beşeke zêde ya wî welatî di encama şer û pevçûnan de wêran bûye.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin