Li Sûriyê 19 çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin

.

Encama bombebaranekê de li rojhilatê Sûriyê, herî kêm 19 çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyê bo Mafên Mirovan, ku baregeha wê ya sereke li Londonê ye, ragihandiye; bombebarana li nêzîkî bajarê Elbû Kemal ê hevsînorê Sûriye û Iraqê, wisa tê gumankirin ku firokeyên Îsraîlê pêk anîbe.

Di daxuyaniya Rewangehê de hatiye diyarkirin ku îhtimal heye hemû kuştî nasnameyên wan ên Pakistanî hebin.

Her du deverên Elbû Kemal û Meyadîn ên deverên ser bi Dêrezorê, di bin desthilata wan grûp û hêzan de ne, ku alîgirên Komara Îslamî ya Îranê ne.

Ev ne cara ewil e ku ew grûp û milîsên çekdarî yên li sînorê Dêrezorê têne bombebarankirin, şeva şemiya derbasbûyî jî, di encama bombebaranekê de 14 çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Ji aliyê Îsraîlê ve ti zanyarî li ser wan bombebaranan nehatine belavkirin û di heman demê de jî red nekiriye ku bombebaran encam dane.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiyeyê piştî êrîşa Îsraîlê ya li Qeterê, dewriyeyên asîmanî zêde kirin
Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"