Doh (14 hezîrana 2026) li Stockholmê, li hola şaredarîya Huddîngeyê kêlîka bîranînê ya kekê Eyûb Alacabeg bi girseyek mezin hate li darxistin. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar dost, meriv, heval û hogirên kekê Eyub beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn ji alîyê keça kekê Eyub, Nûjînê ve hate dest pêkirin û birêvebirin. Li gorî bernameya hatibû amadekirin, li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) endamê Meclîsa PWKyê Nimet Mumtaz Aydin axaftinek pêşkêş kir. Mustafa Aydogan, Zinar Soran, Murad Ciwan û Îkram Delen jî li ser jiyan, xebat û têkoşîna kekê Eyub û bîranîn xwe yên bi wî re bi beşdaran re par ve kirin. Bîranîn bi axaftin û spasîya birayê Kekê Eyub, Mahmûd Alacabeg bi dawî hat.
Em peyama PWK Nûnertîya Ewropayê û axafina Zinar Soran li jêr bi we re par ve dikin.
------------------------------------------------
Pêyama PWK ya bi munasebeta Kêlîka Bîranîna Eyub Alacabeg
Gava ku em behsa kekê Eyup Alacabey dikin, di eslê xwe de em behsa kurteçîroka 50 salên dawî yên doza tevgera serxwebûn û azadîya Bakurê Kurdistanê dikin.
Ji xortanîya xwe ve, ji bo doza serxwebûn û azadîya Kurdistanê, bawerîya wî bi xebat û têkoşîna bi rêxistînîyê hebû.
Ew yek ji rêvebirên DDKO, PDK-T, KİP-DDKDyê û herweha yek ji damezrêner û rêvebirên PAK û PWKyê bû.
Eyup Alacabeg nêzîkî 60 salî weke kadir, rêber, pêşeng, kedkar û têkoşerekî bi dilsozî, bi fedakarî û bê westan di nav xebat û têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê de cîh girtiye.
Kekê Eyup Alacabey piştî Şoreşa Îlonê, ji sala 1971ê heta 1973yê li Başûrê Kurdistanê di nav refên pêşmergeyên otonomîya Başûrê Kurdistanê de cih girtîye.
Kekê Eyup Alacabeg weke rîsipî û birayekî me yê mezin, weke kesayetekî siyasî û civakî yê qebûlbar di tevgera neteweyî û azadîyê de xwedî xwedî cîhekî taybetî bû.
Kekê Eyup di avakirina PAK û PWK de roleke gelek hêja û taybetî lîst. Ew bi helwesta xwe, bi bîr û bawerî û hişmendîya xwe, bi nerîn û sîyaseta xwe yek ji wan kevirê esasî yê yekitîya PAK û PWKê bû.
Gava PAK hate damezrandin, kekê Eyup digot ‘’Ev di avakirina xeta neteweyî, demokrat, azadîxwaz û kurdistanî de gaveke gelekî girîng e; lê dibê ev xebat bê berfirehkirin û xurtkirin. Divê em vê meşê bê dudilî, bi îstîkrar bimeşîn û berfirehtir bikin’’.
Ji ber vê bîrûbawerî û hişmendîyê, weke rêvebirekî PAKê kekê Eyub bi awakî çalak beşdarî nav xebata avakirina PWK bû yek ji damezrênerên PWKê.
Gava ku me biryara yekîtîya PAK û TEVGERê da, gelek kêfa kekê Eyup hat. Got ‘’em li ser rêyeke rast in. Divê ev yekitî miheqeq encam bide. Lê heta ku ji destê me bê divê em vê yekitîyê tenê bi du alîyan ve sinordar nekin. Heger mimkun be, em ji niha ve; lê vê gavê nebe jî divê em di pêş de, bi yên weke me, yan jî yên nêzî me difikirin re, vê yekitîyê berfirehtir bikin”.
Kekê Eyup kesayetekî xwedî tecrubeyên sîyasî û civakî jî bû. Wî hergav digot: ‘’Divê em di nav gelê xwe de bin. Em herin cem malbatan, eşîran, gundan, cotkaran, karsazan, karkeran, doktor, mihendîs, ewûqatan. Divê em ji ofîsên partîyê derkevin. Divê em dînamîzma ciwanan û tecrubeyên xwe di cihokekê de bikin yek û biherikînin. Divê jinên kurdistanî di nav partîyê de bi hêz bibin. Divê em di xebata xwe ya siyasî û rêxistinî de gelekî çalak bin. Divê em tu carî serê xwe li ber dijmin netewînin. Divê tu carî em ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û grûbî, pêl prensîbên xwe yên neteweyî û kurdistanî nekin. Şexsîyeta me ya kurdistanî serbilindîya me ya esasî ye.’’
Kekê Eyup girîngîyek mezin dida wê yekê ku em li Bakurê Kurdistanê partîyeke xurt, hevkarî û tifaqeke xurt ya neteweyî û kurdistanî ava bikin.
Wî digot ‘’Dinya hatîye guhertin, civata me hatîye guhertin. Fikir û pêwîstîyên me gelekî nêzî hev bûne. Êdî tu cudahîyên mezin di navbera me partî û rêxistinên me yên berê de nemaye’’. Ji ber wê jî wî dixwest hemû kadroyên ji PDK-T, PDK-KUK, KİP-DDKD, RIZGARÎ, ALA RIZGARİ, PSK, TÊKOŞÎN, KAWA yên neteweyî, demokratîk, kurdistanî; ciwan û jinên kurdistanî yên nivşên nû hêza xwe bikin yek û ji miletê me re alternatîfekê xurt ava bikin.
Belê, kekê Eyup Alacabeg bi van fikir û hestan, yek ji damezrenerê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bû. Bi avakirina PWKyê gelekî kefxweş û bi heyecan bû. Teva ku di van demên dawî de ji ber nexweşîya xwe nikarîbû bi awayekî çalak beşdarî nav xebatên rêxistinî bibe jî kekê Eyup bi tecrûbe, helwest, nerîn û pêşniyarên xwe yên çêker, her wek rêberekî, wek hevalekî, wek rîsipîyekî bi me re bû.
Bila ruhê kekê Eyub şad û mekanê wî rohnî be.
Bila serê miletê Kurd, malabatê û hemû heval û hogirên kekê Eyub sax be,
Emê ruhê kekê Eyub di xebat û têkoşîna siyasî û rêxistinî ya ji bo doza serxwebûn û azadîya Kurdistanê de zindî bihêlin.
Stockholm, 14-06-2026
Partîya Welatparêzên Kurdistanê
PWK Nûnertîya Swêdê
Nîmet Mumtaz Aydin
-------------------------------------------------------------------------------------
Axaftina Zinar Soran:
Axaftina li ser siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetîyekî mîna Kekê Eyub ku nêzî 60 salên jiyana xwe bi xebat û têkoşînek bi rûmet ya doza serxwebûn û azadîya Kurdistanê derbaskirîye, ne hêsan e.
Kekê Eyub li di 2ê Nîsana 1947an de Dêrika Ciyayê mazî hate dinyê û 24ê gulana 2026an de li Stockholmê ji ber nexweşîya pençeşêrê koça dawî kir û ji nav me bar kir.
Kekê Eyub di nava malbatek halxweş de mezin bû. Ew yek ji wan kesên cilên pêşî yên wê demê bû ku li Stenbolê dest bi xwendina zanîngehê kiribû. Di wê dema ku Kekê Eyub dest bi xwendina Zanîngehê kir, hejmarek gelek hindik ku bi tilîkan dihatin hijmartin ji herêma ma di universîteyan de dixwendin.
DDKO û lêkolîn û raporên li ser zilm û zordarîya komandoyan
Kekê Eyub gava xwendekarekî zanîngehê bû, beşdarî nav refê DDKOyê bû. Kekê Eyub yek ji wan endam û rêvebirê DDKOyê bû ku bi awakî çalak beşdarî nav xebat û têkoşîna neteweyî û demokratîk bû.
Di salên 1969-1970 de, zilm û zordarîyek mezin ya leşkerên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê hebû. Bi taybetî li hinek herêmên Kurdistanê yên weke Dersim, Bîngol, Mûş, Diyarbekir, Sêr, Mêrdîn, Hekkarî û Wanê operasyonên leşkerî, zilm û zordarîya leşkerên komandoyên tirkan gihaştibû astek gelek dijwar û hovane.
DDKOyê ji bo wê zilm û zordariyê bi belge û agahdarîyên xelkên wan herêman tomar bike; ji bona vê zilm û zordarîyê bighîne raya giştî û li hemberî vê zordarîyê dengê xwe bilind bike grûpên lêkolînê amade kirin û ew şandin wan herêmên Kurdistanê.
Kekê Eyub jî yek ji wan grûpên lêkolînê bû. Bi qasî tê bîra min, Îbrahîm Önen ku ew jî ji gundê Dêra Çolê ya Dêrika Çiyayê Mazî bû, li Stenbolê di zanîngehê de dixwend û endamekî DDKOyê bû bi kekê Eyub re di va vê koma lêkolî de cih girtibû. Kekê Eyub û Îbrahîm Önen hatibûn herêma Dêrikê, li wan gundên ku komandoyan operasyon çêkiribûn digerîyan; hevpeyvîn bi wan gundiyên rûbirûyî zilm û zordarîya komadoyan bûbûn dikirin. Agahdarî û belge didan hevdû û ew weke rapor digîhandin navenda DDKO yê.
JI xwe piştî Cuntaya Lêşkerî ya 12 Marta 1971ê de, weke gelek endamên DDKO, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr û welatparêzên kurdan kekê Eyub jî mahkûm bû. Urfî Îdareya Leşkerî li wî jî digerîya û wêneyan wan li herderê hatibûn belav kirin. Di radyoya dewletê de navên wan kesên ku li wan dihatin gerandin rojane dihatin anons kirin. Yek ji wan jî navê kekê Eyub bû. Heta gelek caran ew weke kesê serekê dihate anonskirin: ”Eyub Alacabeg û 98 hevalên wî….”! Di salên 1959an de 50 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar welatparêzên kurd ketibûn ber xezeba zilm û zordarîya dewletê ku weke “Doza 49an” tê naskirin; lê di sala 1970ê de êdî hejmara “kurdên siyasî” gihaştibû derdora 100 kesan ku dewletê dixwastin wan berdest û serkut bikin. Ango “dijminên pêşeroja dewleta Tirkîyeyê” duqat bûbû!
Nasîya min û kekê Eyub
Gava cûntaya 12 Martê hat û kekê Eyub û hevalên xwe mahkûm bûbûn, ez xwendekarekî lîseyê bûm. Weke gelek xwendekarên wê demê min jî siyaset û bûyerên dibûn ji nezîk ve taqîb dikir. Rojekê ez hatim Dêrikê. Pismamê min Sînan ez dîtîm û ji min re got ku ”ez dixwazim te bi kesayetîyekî hêja re bidim nas kirin”. Bexçakî malbata pismamê min Sînan nêzîkî Dêrikê li Dahlê hebû. Di nav bexçe de xanîkî biçûk û mêrgek wan hebû ku havînan ew diçûn wê derê.
Ez û pismamê xwe Sînan em çûn Dahlê. Kekê Eyub xwe li wê derê vedişart. Teva ku Kekê Eyub erdên wan li gundê me Qizilê hebûn û malbata wan şirîkê erdê gund jî bûn min kekê Eyub Cara pêşî li wê derê dît. Em tevayê rojê li wê derê man û heta bû êvar me sohbet dikir. Ya rastî bêtir kekê Eyub dipeyivî û min jî bi baldarî lê guhdar dikir û carcaran jî tiştên min meraq dikirin ji wê dipirsî. Êvarî ez û pismamê xwe Sînan ji wê derê vegerîyan Dêrikê û kekê Eyub û dostekî wî li wê derê man.
Piştî demekê, êdî mana kekê Eyub li Dêrikê û derdorê wê zahmetir û metirsîdar bû. Loma jî bi alîkarîya Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê ku berpirsiyarê herêma Dêrikê Apê Selehedîn bû ew derbasî Herêma Otonom ya ya Başûrê Kurdistanê kir.
Di wê demê de, kekê Edîp Karahan jî mahkûm bûbû û dewlet li wî jî digerîya. PDKT û Apê Selehedîn ew jî derbasî Başêrê Kurdistanê kiribû. Kekê Eyub di navbêna sala 1971ê heta 1973an li Başûrê Kurdistanê di nav pêşmergeyê Otonomîya Kurdistana Iraqê cih girt.
Piştî Efûya 1974an (16 Temuz 1974) ku weke ”Efûya Ecevît” jî tê naskirin, kekê Eyub û kekê Edîp Karahan ji Başûrê Kurdistanê vegerîyan Bakurê Kurdistanê. Ew ji alîyên welatparêz, siyasetmedar û xwendekarên kurdan weke du pêşeng û lehengên doza Kurdistanê hatin pêşewazî kirin. Di wê demê de bi taybetî di nav xwendekarên kurdên wê herêmê de, kekê Eyub û kekê Edip Karahan weke îdol û pêşengên Doza Kurdistanê dihatin dîtin.
* Kekê Eyub serxwebûn û azadîya Kurdistanê di xebat û têkoşîna rêxistinî ya siyasî û civakî de didît. Wî weke endam, rêvebir û pêşengekî di nav DDKO, T-DKP, KIP-DDKD de xebat û têkoşînek hêja da. Herweha ew endamê damezrêner û birevebirê PAK û PWK bû.
* Piştî darbeya 12 îlona 1980yê weke gelek siyasetmedar û welatparêzên kurdan, kekê Eyub jî daket Binya Xetê, ango Rojavayê Kurdistanê. Ew demek dirêj li wê derê ma û dû re jî hate Swêdê.
* Li Swêdê û Ewropayê jî kekê Eyub xebata xwe ya siyasî bê navbên da domandin. Ew bi awakî çalak beşdarî nav gelek xebatên hevkarî, însiyatîf û hewildanên yekitiyên siyasî û rêxistinî bû. Ew yek ji damezrêner û rêvebirên PAK û PWK bû. Ji bona xebata yekitiya siyasî ya PAK û TEVGERÊ û damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)yê hewildanên kek Eyub xwedî cihekî taybetî û giranbiha ye.
* Bêgûman gelek taybetmendîyên Kekê Eyub hebûn ku hêjaye em li ser wan rawestandin. Lê taybetmendîyek wî ya girîng ew bû kekê Eyub di warê xeta xwe ya siyasî ya xeta neteweyî û kurdistanî de tu carî dudilî nebû û heta nefesa xwe ya dawî li ser vê xetê ma.
* Kekê Eyub serketina serxwebûn û azadîyê di xebata siyasî û civakî ya rêxistinîyê de didît. Ew bû endam û rêvebirên partî û rêxistinên ku me navên wan li jor nivîsandin. Lê kekê Eyub ne mirovekî ”partîperest” bû. Loma jî xebata ji bo hevkarî, yekitî û tifaqan ya li ser esasê xeta neteweyî û kurdistanî hergav di rojeva kekê Eyub de bû. Di vî warî de, wî bê westan hewl dida û dixebitî. Ez di vî warî de şahidin gelek helwest û kiryarên Kekê Eyub im.
* Belê, kekê Eyub bi awakî fizîkî koçadawî kir û ji nav ma bar kir. Nûjîn, Bawer, Alan û Herdem bavekî xwe yê dilovan, kekê Mahmûd birakî xwe yê bi rûmet, malbatê serkanê xwe, me rêheval û hogirekî xwe yê yekta, miletê Kurd û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî jî xebatkar û têkoşerekî xwe yê çalak û hêja wenda kir. Lê kekê Eyub wê di nav nav xebat û têkoşîna ji bo weletekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk û dilê me de bijî!
Mixabin Kekê Eyub wan tecrûbe û serpêhatîyên xwe yên hêja û giranbiha nenivîsand û ew ji nifxşên nû re nehişt. Ez hêvîdarim ku hinek nivîskar û lêkolînerên me bikaribe jiyana kekê Eyub, xebat û têkoşîna wî ya hêja û dewlemend binivîsînin ku ciwanên kurdan ji wan tecrûbe û helwestên welatparêzî û şoreşgerî mahrûm nemînin!
Bila serê miletê Kurd, malbatê û hemû heval û hogirên kekê Eyub sax be! Bila serê me gişa sax be!
Oxir be xebatkar û têkoşerê doza serxwebûn û azadîyê!
Oxir be rêwîyê rêya dirêj!
Di bîranînê de çend stranên klasîk û bi dengê hozan Temo jî ev helbesta Qedrî Can ku kekê Eyub gelekî jê hez dikir hate xwendin:
”Dêrika Çayê Mazî
Welatê bav û kal e
Lê sed hewar û gazî
Jê dûr ketim çend sal e
Ez li wê hatim dinê
Wê dergûşê, hejandim
Heywax hey mala minê
Dijminan jê revandim…”
Stockholm, 14-06-2026
Zinar Soran