Li Stenbolê êrişî Tîma Jinan a Yuksekovasporê hat kirin

.

Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovasporê (Geverê), piştî maça ku li Stenbol bi Fenerbahçeyê re lîst, li derketina stadyûmê rastî êrişa bi keviran a komeke alîgiran hat.

Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovaspor û Fenerbahçe li Stenbolê hatin pêşberî hev.

Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovasporê bi gola di deqîqeya 90+11an de bi encama 1-0 têk çû.

Tîm piştî maçê dema ji tesîsan derdiket rastî êrişê hat.

Otobusa tîmê dan ber keviran

Li gorî nûçeya Rojnameya Yuksekova Halkin Sesiyê, komeke alîgirên Fenerbahçeyê ku li derveyî stadyûmê li bendê bûn, kevir avêtin otobusa Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovasporê.

Tîmên polîsan ên ku çûn cihê bûyerê, midaxaleyî alîgirên kir.

 Her wiha hat zanîn ku di dema maçê de jî di navbera lîstikvanên her du tîman de alozî derketiye.

Siyaset Haberleri

Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide
78 dewlet daxwaz ji Rûsyayê dikin ku bê şert û merc şerê li dijî Ukraynayê rawestîne
Pizîşkiyan: Em li ser şiyana xwe ya nukleerê ya aştîxwaz tawîzan nadin
Jûra Bazirganiyê ya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ferhenga aborî ya Kurdî amade dikin