Li Stavangerê Dr.Silêman hat bibîranîn

Hijmarek ji revenda kurd li bajarê Stavanger ê Norwecê pêşmerge, têkoşer û welatparêzê mezin Sait Çurukkaya bibîranî

Hijmarek ji revenda kurd li bajarê Stavanger ê Norwecê pêşmerge, têkoşer û welatparêzê mezin Sait Çurukkaya bibîranî.

Di civîna ku bi sirûda Ey Raqîb destpêkir, berpirsrê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Kiliç, di gotinekê de, li ser jiyan û xebata Dr. Silêman rawestiye. Piştre berpirsê Partiya Demokrata Kurdistan-Iraq gotinek pêşkêşî beşdarvanan kir û têde diyarkir ku Dr. Slêman nîşana wê yekê ye ku netewe kurd yeke û Kurdistan yek beşe.

Di civîna ku nêzîka du demjimêran xayand, çend korte film li ser xebata têkoşerê kurdê mezin hatin nîşandan.

Hêjayî gotinê ye ku Sait Çurukkaya ji herêma Çewlika Bakurê Kurdistanê bû. Demeka dirêj di nav rêzên Partiya karkerên Kurdistanê (PKK) de weke kadroyekî siyasî û leşkerî payebilind cî girtibû.

Piştî girtina serokê PKK Abdullah Ocelan Dr. Silêman ji PKK cuda bû û li Almanyayê bi cî bû û li wê derê xwendina xwe ya bilind di warê peywendiyên civakaî de qedand.

Di 30.10.2016 de li Almanyayê jiyana xwe ji dest da, çend rojan piştî ku bi giranî di şerê li dijî DAIŞÊ de li mihwera Başîqê brîndar bûbû.

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir