Li Siwêdayê xwenîşandan: Em Îsraîlê dixwazin

.

Durziyên li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê xwenîşandan li dijî dorpêç û êrişan li dar xist.

Li bajarok û navçeyên parêzgeha Siwêdayê xwenîşandan hatin lidarxistin û di xwenîşandanan de dorpêç û êrişên li parêzgehê hatin protestokirin.

Xwenîşanderan sloganên wekî "Medya Colanî derewîn e”, "Birçîkirina bajêr tawana şer e”, “Nexweşxaneyan rizgar bikin ku berî bibin goristan”, "Divê korîdorên aram bên peydakirin”, “Dorpêçê li ser Siwêdayê rakin” û "Em Îsraîlê dixwazin” bilind kirin.

“Eger em birçî bibin em dê axê bixwin”

Xwenîşanderekî Dûrzî got, “Em qet serî danaynin, em qet xwe naçemînin, kes nikare me bişkîne, eger em birçî bibin jî em dê axê bixwin.”

Xwepêşander dibêjin qet baweriya wan bi hikûmeta Sûriyeyê nayê.

Daxwaza komîteyeke navdewletî dikin da ku wan tawanên li Siwêdayê hatine kirin bişopîne.

“Dorpêça li ser Siwêdayê rakin”

Xwepêşandera Durzî ya bi navê Wefaa Şûfî jî got:

“Ez hawara xwe digihînim cîhanê, hawara xwe digihînim rêxistinên mirovî û navdewletî û Neteweyên Yekbûyî, dorpêça li ser Siwêdayê rakin.

Dorpêçê ji ser zarokan rakin ku şîr û derman bi dest wan nakeve.

Rê bidin medyaya azad û bêalî ku derbasî Siwêdayê bibe. Rê bidin komîteyeke lêpirsînê ya navdewletî ku ne ser bi rejîmê be da ku tawanên li Siwêdayê bişopîne.”

Hikûmeta Sûriyeyê jî dibêje ti dorpêç li ser Siwêdayê nîne û tekez dike ku wan heta niha 4 karwanên alîkariyan şandine Siwêdayê.

Lê çavdêrên pêwendîdar dibêjin ku Siwêda di nav karesateke mirovî de dijî û pirsgirêk bi karwanên alîkariyan ên bi rêya Heyva Sor a Sûriyeyê çareser nabe.

Kurdistan Haberleri

Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt
Stephane Dujarric: Di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetirî 100 hezar kesan ji Tehranê derketine
Êrîşên esmaniyên Îsraîl û Amerîka bo ser binke û cebilxaneyên rêjîmê bi tundî berdewam in
Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin