Li Siwêdayê şerê Durzî û eşîrên Ereban: Hejmara kuştî û birîndaran zêde bû

.

 Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê, şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Durzî û eşîrên Ereban de ketin roja xwe ya duyem û hejmara kuştî û birîndaran bi lez zêde dibe.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama pevçûnên çekdarî yên li Taxa el-Maqousê ya li rojhilatê Siwêdayê û xalên cuda yên bajêr de 18 kesan canê xwe ji dest daye.

Di nav kuştiyan de 14 Durzî (yek ji wan zarok e) û 4 kesên ji eşîrên Bedewî hene.

Nêzîkî 50 kesî jî birîndar bûne ku di nav wan de zarok û kesên ku rewşa wan giran e jî hene.

Alozî derbasî gundan bû

Çavkaniyên SOHRê ragihandin ku eşîrên Ereban derdora bajarokê el-Tayrayê yê li bejahiya Siwêdayê kontrol kirine û di pevçûnên li wir de xortekî Durzî hatiye kuştin.

Pevçûn hîn jî li Taxa el-Maqousê didomin û alozî derbasî bejahiyên rojava û bakurê bajêr jî bûye.

Îro piştî nîvro, li ber derê gundê El-Sûra El-Kebîre yê li bakurê Siwêdayê, di navbera komên çekdar ên eşîran û xalên polîsan ên girêdayî hêzên ewlehiya navxwe de pevçûnên dijwar rû dan.

Hat ragihandin ku êrişkaran bi hawanan êrişî derdora gund kiriye û wan hewl daye ber bi xalên polîsan ve bi pêş ve biçin.

Her wiha, komên çekdar ên ji herêma Hewranê hatin, hêzên zêde şandin derdora Siwêdayê û tevlî pevçûnan bûn.

Ji Şêx Henawî banga aştiyê

Yek ji rêberên olî yên sereke yên civaka Durzî, Şêx Hemûd el-Henawî, di daxuyaniyekê de bangî hemû aliyan kir ku bi aqilane tevbigerin û got:

“Ne çek, aqil û hîkmet rûmeta me diparêzin. Ji bo rawestandina fitneyê û parastina can û malê gelê xwe divê em bikevin tevgerê.

Durzî ne zilmê dikin û ne jî zilmê qebûl dikin.”

Henawî her wiha bangî  Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û serokeşîr kir û ji bo ku krîz kûrtir nebe, daxwaza destwerdaneke lezgîn kir.

Wezareta Karên Navxwe: Li navbera Dera û Siwêdayê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku ji bo pevçûnên li Siwêdayê derbasî Derayê nebin, li ser sînorê parêzgeha Siwêda-Derayê tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin.

Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya Derayê Lîwa Şahir Cebr Îmran, bangî welatiyan kir ku bi berpirsiyarî tevbigerin û bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin.

Îmran got, "Dê bersiveke tund li hemberî her hewldaneke ku gefê li ewlehiyê bixwe were dayîn," û diyar kir ku hêzên ewlehiyê dê di çarçoveya yasayî de hemû erkên xwe bi cih bînin.

Rêyên sereke hatin girtin

Li gorî çavkaniyên SOHRê, ji saetên serê sibehê ve komên çekdar, rêya Şam-Siwêdayê ji gelek xalan ve li trafîkê girtin.

Bi taybetî li ser xeta bajarokê Barakê, li ser xalên kontrolê yên hatine danîn, hêzên ewlehiyê rê bi temamî girtin û tedbîrên awarte standin.

Xala kontrolê ya Mesmiyeyê jî bi hinceta ewlehiya welatiyan ji çûnûhatinê re hat girtin.

Pêtên bûyeran ji ku pê ketin?

Pêtên pevçûnan piştî bûyera çend roj berê pê ketin ku li ser rêya Şam-Siwêdayê ciwanekî Durzî ji aliyê kesên çekdar ên eşîran ve rastî êrişê hatibû.

Piştî vê bûyerê, hin ciwanên li Siwêdayê wekî tolhildan hin kes ji eşîrên Ereban desteser kirin.

Endamên eşîran jî li Taxa el-Maqousê xaleke kontrolê danîn û dest bi desteserkirina kesên girêdayî komên çekdar ên Durzî kirin.

Krîza ku her ku diçe mezin dibe, metirsiya veguherîna şerekî mezin ê etnîkî û mezhebî li başûrê Sûriyeyê bi xwe re tîne.

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin