Li Siwêdayê komîte hatin avakirin

.

Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan ragihand ku li parêzgeha Siwêdayê komîte hatine avakirin.

Rêbertiya Ruhanî ya Civata Misilmanên Miwehidîn (Durzî) yên li Sûriyeyê, îro bi îmzeya Şêx Hîkmet el Hîcrî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "bi mebesta organîzekirina xebatên hiqûqî û mafên mirovan û parastina mafên welatiyan, li seranserê parêzgeha Siwêdayê komîteyên mafên mirovan hatine avakirin."

Rêbertiyê tekezî li ser wê yekê kir ku "avakakririna komîteyan li gorî îradeya xelkê Siwêdayê bûye" û got, "Armanc sererastkirina zerer û ziyanê û parastina paşeroja xelkê Siwêdayê ye."

Li gorî daxuyaniyê komîteyên ku hatine avakirin ev in:

- Komîteya Hiqûqî ya Bilind

- Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan û Tespîtkirina Ziraran

- Komîteya Nirxandina Giliyan

- Komîteya Belavkirina Alîkariyan

- Komîteya Tenduristiyê

- Komîteya Olî

- Komîteya Xizmetguzariyê

Rêbertiyê da zanîn ku ew dê bi van komîteyan "karibin bûyeran di çarçoveyeke yasayî de belge bikin, mafên mirovan biparêzin û pêşî li aloziyê bigirin."

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin