Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin

.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê ragihand ku du bircên nû yên sondajê yên bi navên "Seyît Onbaşı" û "Naîm Suleymanoglu" li Şirnexê dest bi kolandina bîrên petrolê kiriye.

Sondaja "Seyît Onbaşı" li navçeya Silopiyayê û sondaja "Naîm Suleymanoglu" jî li Çiyayê Gabarê dest bi kar kolana bîrên petrolê kiriye.

Birc bi derfetên navxweyî hatine çêkirin

Li gorî daxuyaniya wezaretê, her du bircên sondajê jî bi derfetên navxweyî hatine çêkirin û dikarin heta 5 hezar metreyan bikolin.

Wezaret dibêje, her du her du bircên sondajê di çarçoveya peymana di navbera Kompanyaya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) û Kompanyaya Turkish International Petroleumê (TPIC) de hatine çêkirin.

Bilindahiya her bircê 43,2 metre ye.

“Armanca me ji sedî sed navxweyîbûn e”

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser mijarê daxuyaniyek da û bal kişand ser girîngiya bikaranîna alavên navxweyî û got:

"Eger tiştek bi qasî hilberîna enerjiya me girîng be, ew jî bikaranîna alavên navxweyî û neteweyî ye.

Em dixebitin ku hemû qonaxên lêgerîn û hilberînan ji sedî sed navxweyî bikin.

Bircên me yên sondajê 'Seyîd Onbaşî' û 'Naîm Suleymanoglu' encamên vê dîtina me ne."

Birên petrolê li Bakurê Kurdistanê ne

Bîrên petrolê yên Tirkiyeyê bi piranî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Şirnex, Êlih, Semsûr û Amedê ne.

Lê parêzgehên Sêrt, Riha û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê jî birên petrolê hene.

Kurdistan Haberleri

Li Rojavayê Kurdistanê 3 dekan mirin
Silêman Oso: Serok Barzanî got, Sûriyeya paşerojê bêyî Kurdan nabe
Nêçîrvan Barzanî: Zimanê Kurdî dê bibe cîhanî
Kaja Kallas: Planên leşkerî yên ji bo 'dîwarê dronan' ê YE ji NATOyê tên
6 zîndaniyên 30 sale di zîndanê de bûn, serbest hatin berdan