Li Şirnexê 3 dever ji bo çûnûhatê hatin qedexekirin

.

Parêzgeha Şirnexê ragihand ku li Şirnexê Çiyayê Cûdî, Altındağları û Oymakaya ji bo 15 rojan weke herêmên ewlehiya taybet hatine ragihandin û çûnûhatina deverê ji bo 15 rojan hatiye qedexekirin.

Parêzgeh weke sedem jî ‘Temîna Ewlehiya Netewî’ û ‘berlêgirtina kirina sûcan’ nîşan da.

Herêmên navborî dikevin nav sînorên navenda Şirnex, Güçlükonak (Çiyayê Gabarê), Cûdî ku dikeve nav sînorên Şirnex, Silopiya û Cizîrê, Altındağları jî dikeve nav sînorê Beytuşebab û Qilaban.

Qedexe ji 25ê Gulanê destpêdike û heya 8ê Hezîranê dewam dike. Herkesê ji herêman derê an bikeve herêmên navborî, divê ji hêzên asayîşê û parêzgehê îznê bistîne.

Kurdistan Haberleri

Sefîn Dizeyî: Erdogan ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî protokol şikand
Joe Kent ji Trump xwest ku hêrsa xwe bi ser Kurdan de nebarîne
Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûn sembola berxwedanê
PWKê li Batmanê Şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê Bibîranî
Yekîtiya Ewropayê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li Sûriyeyê nîqaş dike