Li Şingalê, xwendina bi zimanê Kurdî ku wekî vejandina nasnameya neteweyî tê dîtin, rastî gelek astengiyan tê.
Kêmasiya mamosteyên pispor û nebûna avahiyên taybet bûye sedem ku bi hezaran xwendekar nikaribin bi awayekî pêwîst perwerdeyê bibînin.
Xwendekar gazinan dikin ku ji ber vê kêşeyê, ew ji dersên xwe li paş mane û ji bo ezmûnên xwe ne amade ne.
Evîn xwendekareke pola 9an e û dixwaze mamoste pirtûkên wan biqedînin û mamosteyên pispor waneyan bidin wan.
Tevî ku zêdetirî 3 mehan di ser proseya xwendinê re derbas bûne, ji ber kêmîna mamosteyan kêmtir ji du werzên pirtûkê hatine qedandin.
"Nîvê pirtûkê xelas nebûye"
Xwendekar Evîn Wehîdê behsa rewşa xwe kir û got:
"Ezmûnên me nêzîk bûne û me nîvê pirtûka xwe xelas nekiriye, em hîn li ser mijarên berê ne.
Bi rastî ji ber vê yekê neheqî li me hatiye kirin. Em dixwazin hinek mamosteyên me bên û zîrek bin."
550 xwendekar û tenê mamosteyek
Yek ji dibistanên xwendina Kurdî li nahiyeya Til Izêrê ye ku 550 xwendekar lê hene.
Li vê dibistana qerebalix tenê yek mamosteyê pispor heye.
Rêveberê Dibistanê Brahîm Xidir Ebdullah diyar kir ku êş û azarên wan gelek in û got:
"550 xwendekar li cem me ne û 17 pol hene lê tenê mamosteyekî fermî yê tayînkirî li ser me heye.
Yên din wanebêj in, ne pispor in û her dem tên guhertin ku ev jî bandoreke mezin dike.
Daxwaza me ji perwerdeyê ew e ku hinek mamosteyên pispor ên Kurd ji me re dabîn bikin."
Brahîm Xidir Ebdullah da zanîn ku xwendekar di fêhmkirina dersên derçûyên Ereb de zehmetiyê dikişînin û wiha pê de çû:
"Heke pispor be jî heta fêrî ziman dibe tayîna wî ji bo cihekî din derdikeve û diçe.
Bi rastî avahiyên Kurdî jî nînin, em di avahiyên Erebî de mêvan in."
"400 mamoste derbasî xwendina Erebî bûn"
Rêveberiya Perwerdeya Xwendina Zimanê Kurdî ya Şingalê jî behsa pirsgirêkên li pêşiya xwendekar û mamosteyan dike.
Rêveberê Perwerdeya Xwendina Zimanê Kurdî li Şingalê Meyser Hecî Salih got:
"Derbarê kêmasiya mamosteyan de, bi rastî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve kêmasî nekiriye.
Gelek mamoste û wanebêj bûn girêbest, nêzîkî hezar wanebêjî bûn girêbest.
Lê mixabin nêzîkî 400 mamosteyên me derbasî xwendina zimanê Erebî bûn, piştî ku tayîna wan li dibistanên Erebî hat kirin.
Hinek ji wan jî çûn derveyî welêt. Bi rastî kêmasî hene û bandoreke mezin li rewşa xwendinê ya Şingalê kirine."
Li sînorê qezaya Şingalê nêzîkî 70 dibistanên xwendina zimanê Kurdî hene.
Li van dibistanan nêzîkî 13 hezar xwendekar û 700 mamoste û wanebêj hene.