Piştî ku li herêma Sîba Şêx Xidirê ya Şingalê hestiyên mirovan hatin dîtin, derket holê ku li herêmê goreke bikom heye.
Hat ragihandin ku dê aliyên pêwendîdar lêkolînê li ser bikin.
Şêwirmendê Karûbarên Êzidiyan ê Serokatiya Herêma Kurdistanê Husên Qasim Hesûn îro Î Rûdawê re got:
“Şofêrekî dixwest xweliyê ji ser bendeke ku Êzidiyan di dema êrişa DAIŞê ya sala 2014an de çêkiribû rake, li wir hestiyên mirovan hatin dîtin.
Piştre tîmek çû cihê bûyerê û derket holê ku goreke bikom li wir heye."
Nasnameya qurbaniyekî hat dîtin
Li gel hestî û serî, nasnameya Kurdekî Êzidî yê bi navê Seydo Ebas Çuko ku xelkê Sîba Şêx Xidir ê li bakurê Çiyayê Şingalê ye, hat dîtin.
Husên Qasim Hesûn her wiha got, "Gora duh hatiye dîtin, heta niha bi fermî nehatiye eşkerekirin ku çend termên Kurdên Êzidî tê de hene û di paşerojê de dê lêkolîn li ser were kirin."
Amarên fermî
Heta îro bi fermî 93 gorên bikom ên Kurdên Êzidî li sinorê Şingalê hatine dîtin, ji wê hejmarê tenê 68 gor hatine vekirin, ev ji bilî bi dehan gorên takekesî.
Di êrişa çekdarên DAIŞê ya li Şingal û derdora wê de 3yê Tebaxa 2014an 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatin revandin, 3 hezar û 548 zilam û zarokên kur û 2 hezar û 869 jin û zarokên keç bûn.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên bi Destê DAIŞê kesên ku heta îro hatine rizgarkirin 3 hezar û 590 kes in, hezar û 211 jin û 339 zilam û 2040 zarok in.
Li gorî amarên heman ofîsê, heta îro termên 274 kesên ku di dema êrişa DAIŞê de hatibûn revandin hatine dîtin.
Heta îro 2 hezar û 553 Kurdên Êzidî winda ne ku hezar û 329 nêr û hezar û 224 mê ne.