Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin

.

Tîmên taybet ên Îraqê ji bo vekirina gora bikom a 67 Kurdên Êzidî yên li bajarê Şingalê ya Başûrê Kurdistanê dest bi pêngavên teknîkî kir.

Mebest ji vê gavê ew e ku bi rêya pişkinîna DNAyan nasnameyên wan diyar bibin.

Rêxistina Petrikorê ya Mafên Mirovan ragihand:

"Tîma Neteweyî ya Îraqê ya Vedana Gorên Bikom, bi hevkariya Komîsyona Navneteweyî ya Kesên Winda rojên 19 û 20ê Îlona vê salê dest bi pêvajoya vedana goran dike û ev pêvajo dê 18 rojan berdewam bike."

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, piştî vedanê bermahiyên cenazeyan dê ji bo bijîşkiya dadî ya Bexdayê werin şandin da ku pişkinîna DNAyê ji wan re were kirin û nasnameya wan diyar bibe.

Cenaze sala 2015an hatibûn dîtin

Ev dosye vedigere sala 2015an ku wê demê bermahiyên cenazeyên 67 Kurdên Êzidî di goreke bikom de li devera Xanesorê ya li bakurê Şingalê hatibûn dîtin.

13ê Tebaxa heman salê cenaze li Goristana Şerfedînê hatin veşartin lê pişkinîna DNAyê ji wan re nehatibû kirin.

Ji ber vê yekê malbatên wan 11 sal in li benda diyarkirina nasnameya xizmên xwe ne.

Rêxistina Petrikorê da zanîn ku ev gav piştî salan ji şopandina berdewam ji bo bidawîanîna vê dosyeya biêş hatiye avêtin.

Rêxistinê ji aliyên pêwendîdar xwest ku wergirtina nimûneyên xwînê ji malbatan li hundir û derveyî Îraqê lez bikin da ku derfeta diyarkirina nasnameyan zêdetir bibe.

Armanca dawî ya vê pêvajoyê vegerandina nav û nasnameyan e da ku malbatên wan karibin bi awayekî hêja wan veşêrin û mafên wan ên yasayî wergirin.

DAIŞê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî şehîd xistin.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye