Li Sineyê di merasîma "Pirtûka Salê" de 10 berhemên Kurdî hatin xelatkirin

.

Çaremîn merasîma fermî ya xelata "Pirtûka Salê" li parêzgeha Sîneyê ya Rojhilatê Kurdistanê birêve çû û di merasîmê de, ji nav 65 berhemên ku hatibûn pêşkêşkirin, 10 berhemên Kurdî hatin xelatkirin.

Di merasîmê de, 5 pirtûk xelata sereke wergirtin û 5 pirtûkên din jî weke berhemên "hêjayî rêzgirtinê" hatin destnîşankirin. Xelat li berhemên di warên cihê de yên weke helbesta zarokan, roman, dîrok û kurteçîrokan hatin belavkirin.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Îrşada Îslamî ya Sîneyê Elîreza Deryayî ji K24ê re ragihand, di sala borî de 92 pirtûkên Kurdî li parêzgehê hatine çapkirin û weşandin. Herwiha da zanîn, ew di pêşangehên navdewletî de, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, beşdar bûne û pêwendiyên wan ên çandî bi weşanxaneyên Silêmaniyê re hene.

Ji aliyê xwe ve, nivîskarên beşdar amaje bi girîngiya van corê xelatan kirin û dan zanîn ku ev pêngav dibin alîkar da ku pirtûkên baş zêdetir bigihîjin xwendevanan û di heman demê de handaneke mezin e ji bo nivîskaran ku berhemên nû biafirînin.

Nivîskar û lêkolîner Dr. Kerîm Baqirî got: "Ev xelat dibin sedem ku pirtûkên baş baştir ji xelkê re werin naskirin û pirtûk zêdetir bikevin ber destê xwendevanan."

Herwiha di merasîmê de, xelata rêzgirtinê ji bo weşanxaneyên weke Tavge, Kitabçe û Amyar jî hat dayîn, ji ber xizmeta wan a ji bo çapkirin û weşandina pirtûkên Kurdî.

K24

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê