Li Silopiyayê bi hezaran kes li dijî DEDAŞê daketin kolanan

.

Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, bi hezaran kesan li dijî faturayên bilind û cezayên Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) xwenîşandaneke girseyî li dar xist.

Şêniyên Silopiyayê îro li navenda navçeyê kom bûn û wan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Komeleya Girikê (Girik-Der) Abdulazîz Okten ve hat xwendin û dîmenên xwenîşandanê ji Rûdawê re hatin şandin.

Okten diyar kir ku Silopiya bi nifûsa xwe ya zêdetirî 160 hezarî, bi salan e rastî zordariya DEDAŞê tê û got,

"Faturayên gelekî bilind û cezayên kêfî yên ku ti eleqeya wan bi elektrîka ku welatiyên me bi kar tînin re nîne, gelê me bi rastî bê zar kiriye.”

"Faturayên bi reqemên şokker têne şandin"

Serokê Girik-Derê da zanîn ku xwendina saetên elektrîkê pir caran ji dûr ve û bi xeletî tê kirin û wiha axivî:

"Xwendina ku divê mehane carekê bê kirin, 2-3 mehan carekê tê kirin û faturayên berhevkirî bi reqemên şokker tên şandin.

Ji ber ku saet di panoyên kilîtkirî de ne, xelk nikare serfkirina xwe kontrol bike. Ev yek çavên vî gelî girê dide û wî talan dike."

Okten anî ziman ku polîtîkayên DEDAŞê cotkaran ji hilberînê dûr dixin û got:

"Cotkarên me bi faturayên zêde û cezayên sexte yên qaçax bê nefes têne hiştin. Ev derbeyeke giran e li nan û pêşeroja vî gelî."

Abdulazîz Okten her wiha bal kişand ser danîna trafoyên voltajbilind ên li baxçeyên dibistanan, piran û parkan û got ku ev nêzîkatî tenduristî û ewlehiya gel dixe metirsiyê.

"Heke hûn ji mirovan şerm nakin ji Xwedê bitirsin!"

Okten bi bîr xist ku gihîştina enerjiyê mafekî bingehîn ê mirovan e û xwe li axaftinê berda:

"Li Silopiyaya ku yek ji herêmên herî germ ên Tirkiyeyê ye, bikaranîna klîmayê pêwîstiyek e lê bi rakirina piştgiriya dewletê re, gel rastî faturayên pir girantir hatiye.

Divê Wezareta Enerjiyê şert û mercên herêmî li ber çavan bigire û piştgiriya elektrîkê zêde bike."

Abdulazîz Okten di dawiyê de bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezareta Enerjiyê û parlamenterên Şirnexê kir û got:

"Gelê xwe radestî însafa DEDAŞê mekin. Êdî dawî li vê zordariyê bînin.

Ey berpirsên DEDAŞê, heke hûn ji mirovan şerm nakin, ji Xwedê bitirsin! Ma bila gel mijûl bibe ku nan bibe mala xwe yan bi dayîna faturayên ku hûn bêwijdanî çêdikin re mijûl bibe?"

“DEDAŞ vê wêrekiyê ji bêdengiya we distîne”

Alîkarê Serokê Girik-Derê Omer Okten jî rexne li bêdengiya parlamenter û birêvebirên herêmî girt û got:

"Eger wezîr û birêvebirên ku dihatin herêma me, pirsgirêkên rast ên gel bianiya ziman, îro em dê rastî vê tabloyê nehata.

DEDAŞ vê wêrekiyê ji bêdengiya we distîne. Em dê heta dawiyê pirsgirêkên gelê xwe bînin ziman.”

Kurdistan Haberleri

PWK, Şaxa Merdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, Şaredarîya Qoser ziyaret kir
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Trump helwesta xwe ya li ser birêvebirîna Xezeyê diyar kir
Hêvîn Silêman: Dorpêça li ser taxên Kurdan berdewam dike
Rejîma Îranê li girtîgeha Xuremava û ya Îlamê, 2 girtiyên Kurd bi dar ve kir