Li Silêmaniyê êrîşa bombeyî li dijî berpirsekî Eniya Tirkmenî hat kirin

.

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê li dijî yek ji kadroyên pêşeng ên Eniya Tirkmen Necmeddîn Welî êrîşeke bombeyî pêk hat.

Peyamnêrê Rûdawê Erkan Elî ragihand ku li taxa Şêxan a Silêmaniyê, dema ku karmendên Eniya Tirkmenî ji ofîsa wî derdiketin, bombeyek ku berê di nav otomobîla Necmeddîn Welî de hatibû bicîkirin, teqiya.

Di avahiya ku Necmeddîn Welî wek ofîs partiyê û mala xwe bi kar dianî de ji ber teqînê agir derket. Di avahiyê de xisareke mezin çêbû.

Necmeddîn Welî yê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Ji aliyê din ve Eniya Tirkmenî ku têkildarî êrîşê daxuyaniyek da, piştrast kir ku li Silêmaniyê li dijî kadroyên wan êrîşek hatiye kirin. Eniya Tirkmenan ev êrîş weke “êrîşeke terorîstî” bi nav kir û şermezar kir.

Eniya Tirkmenî di berdewamiya daxuyaniya xwe de daxwaz ji rêveberiya Herêma Kurdistanê kir, ku berpirsên êrişê eşkere bike û wan radestî dadgehê bike.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand