Li Silêmaniyê êriş: Kuştî hene

.

Li nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin.

Qaymeqamê Dûkanê da zanîn ku êriş bi rêya dronê hatiye kirin û li gorî agahiyên destpêkê 3 kuştî hene.

Li gorî agahiyan êrişê îro piştî nîvro rû daye.

Birêvebirê Nahiyeya Xelekanê Kameran Abdula ji Rûdawê re da zanîn ku di otomobîlê de 3 kes hebûn û her sêyan canê xwe ji dest daye. 

Kameran Abdula diyar kir ku laşên wan bi temamî şewitîne û nayên naskirin.

Her wiha êrişê li navbera gundê Mêrgepaşa û Xelekanê rû daye.

Şahidekî dîmenên bûyerê ji Rûdawê re şandin û xuya dibe ku êgir girtiye otomobîlê û dûxan jê bilind dibe.

Heta niha nehatiye gotin bê dron a kê ye lê divê were îfadekirin ku Tirkiye demê dawiyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek êrişên bi dronan pêk tîne.

Siyaset Haberleri

TAYBET - Yekîtiya Ewropayê rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan gotûbêj dike
Mezlûm Ebdî: Tabelayên li bajarên Kurdan dê duzimanî bin
Wezîrên Derve yên Spanya û Finlandayê: Mafên pêkhateyan li Sûriyeyê xeta sor e
Jêderek: Wezareta Navxwe ji bo Malîkî yekalî bûye
Parêzerên Hesekê li ber Koşka Dadê: Zimanê Kurdî nasnameya me ye