Li Şêx Meqsûdê êrişî nexweşxaneyê kirin: Mirî û birîndar hene

.

Bijîşkekî Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêx Meqsûdê ya parêzgeha Helebê ragihand ku nexweşxaneya wan hatiye bombebarankirin û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Bijîşk Ebdulqadir Hisko ji Rûdawê re eşkere kir ku êvarê bi çekên giran êrişî nexweşxaneyê hatiye kirin û got,"Di encama êrişê de sivîlek şehîd ket û kesekî din jî bi giranî birîndar bû."

Hisko amarên dawî yên qurbaniyan parve kirin û diyar kir ku heta niha 20 kesan canê xwe ji dest daye û 75 kesên din jî birîndar in.

Bijîşkê Kurd her wiha anî zimên ku topbarana li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi dijwarî didome û rewşa mirovî ya hevwelatiyan gelekî xerab e.

Bijîşkê Nexweşxaneya Xalid Fecir daxwaza alîkariya lezgîn kir û got,"Pêdiviya me ya zêde bi derman û pêdiviyên bijîşkî heye.

Her wiha pêdiviya me bi bijîşkên pispor ên neştergeriyê heye."

Dr. Ebdulqadir Hisko: Pêdiviya me bi derman û bijîşkên neştergeriyê heye

Ji 06ê Kanûna Paşîn vê artêşa Komara Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên bi tank û topan ên li ser taxên Kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dest pê kirine.

Li gorî agahiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ev êrişên hov û aloziyên leşkerî hîn jî didomin.

Dîmenên vîdeoyî yên piştrastkirî jî kêliya ku nexweşxane rasterast dibe hedefa topbaranê nîşan didin.

Di wê demê de gelek nexweş û birîndar di hundirê nexweşxaneyê de dihatin dermankirin.

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê