Li Şêx Meqsûd û Bendava Tişrînê şer û aloziyan dest pê kir

.

 Li Şêx Meqsûd û Bendava Tişrînê şer di navbera HSD û çekdarên hikûmeta Şamê de derketiye.

Aloziya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de li Heleb û derdora wê zêde bû.

HSDyê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmetê êrişî taxên Kurdan, Dêr Hafir û Bendava Tişrînê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê HSDyê  çekdarên hikûmeta Sûriyeyê her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên li Helebê û Dêr Hafir û derdora Bendava Tişrînê dikin armanc.

Asayîşa Helebê jî diyar kir ku di encama êrişên komên çekdar de kesekî canê xwe ji dest daye.

"Berpirsyariya aloziyê ya wan e"

HSDyê di daxuyaniya xwe de komên çekdar ên Şamê hişyar kir û got:

"Em van koman ji encamên vê aloziya metirsîdar bi tevahî berpirsyar dibînin."

Îdiayên medyaya Sûriyeyê

Li aliyê din, medyaya fermî ya Sûriyeyê îdia kir ku Artêşa Sûriyeyê xalên HSDyê yên li Taxa Şêxmeqsûdê kirine hedef.

Her wiha hat îdiakirin ku endamekî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di encama êrişên HSDyê de hatiye kuştin.

Kurdistan Haberleri

Îlham Ehmed: Pêdivî bi parastina Kurdî û destûreke nû heye
Ehmed Şera li Enqereyê beşdarî 36’emîn Lûtkeya NATO’yê dibe
Hêmin Hewramî: Ti hincet ji bo çalaknekirina Parlamentoya Kurdistanê nemane
Îraq xwe ji bo kirîna pergala parastina asmanî amade dike: Gelo dê para Herêma Kurdistanê hebe?
'Celadê Nugreselmanê' navê efserên berê yên tawanbarên Enfalê eşkere kir