Li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê dest danîn ser gelek çekan

.

Fermandariya Parêzvanên Sînor a Îraqê ragihand ku wan dest daniye ser gelek çekan.

Hat diyarkirin ku ew çek di barhilgirekê de hatibûn veşartin û hewl didan ku wan çekan di Deriyê Sînorî yê Qaîmê yê parêzgeha Enbarê re derbasî nav axa Îraqê bikin.

Çek ji cureyê kalaşnîkovê bûn û di nav tanka barhilgirê de hatibûn veşartin.

Çavkaniyekî berpirs ji Rûdawê re got, "Reqema otomobîlê ya Îraqê bû û şofêrê wê jî Îraqî bû."

Wî çavkaniyî her wiha da zanîn, "8 kalaşnîkov di wê barhilgirê de hatibûn veşartin ku bi qaçaxî derbasî nav Îraqê bikin."

Hat ragihandin ku şofêr hatiye desteserkirin û dê dest bi rêkarên yasayî bikin.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê girûpên milîs ji Îraqêv e, birine nava Îranê
Parlamentoya Sûriyeyê bêyî nûnerên Kurd civiya
Asayîş: Bi 6 dronan êrişî Koye û Şarbajêrê kirin
Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêka benzîn, elektrîk, meaş û avakirina hikûmetê daxuyanî da
PWK û PDKyê Li Swêdê Hevdîtinek Pêk Anîn