Li ser şaredariya Pasûrê qeyûm hat avêtin

Piştî danîna qeyûman bo şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê, di pêşhateke nû de qeyûm bo Şaredariya Pasûra Amedê jî hat danîn. ‎

Piştî danîna qeyûman bo şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê, di pêşhateke nû de qeyûm bo Şaredariya Pasûra Amedê jî hat danîn. ‎

Li şûna Serokê Şaredariya Pasûrê, Mehmet Fatih Taş ê HDPyî ku ji ber teqîna li Amedê hatiye girtin, ‎Qeymeqamê Pasûrê wek qeyûm hat danîn.‎

Şeva pêncşemî 12ê Îlonê, li ser rêya di navbera navçeya Pasûr a Amedê û bajarê Mûşê de, mayînek bi wesayita gundiyan ve teqiyabû. Di encama wê teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.

Hikûmeta Tirkiyê PKK bi danîna wê mayînê û encamdana teqînê tohmetbar dike. Malpereke nûçeyan a nêzikî PKKê jî îddîa kiribû ku ewên di teqînê de canê xwe ji dest dane polîs, leşker û cerdevan bûne.

Roja Înê 13ê Îlonê, rojek piştî bûyerê, Hevserokên Şaredariya Pasurê Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Têkildarî heman bûyerê, Hevserokê HDPê yê Şaxa Pasûrê û Gerînendeyê Karûbarê Teknîkî yê Şaredariya Pasûrê jî hatibûn desteserkirin.

Ew kes bi hinceta ku pêwendiya wan bi bûyerê re heye, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatine girtin.

Duh duşemî 16ê Îlonê jî biyrara girtina Hevserokên Şaredariya Pasûrê û kesên din ên destesrkirî hatibû dayîn.

Pêştir di 19ê Tebaxa 2019an de, bi biryareke Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, şaredariyên hersê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatibûn avêtin û li şûna wan qeyûm hatibûn erkdarkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, "piştgirî û alîkariya rêxistina terorê" weke sedema biryara dûrxistina her sê şaredarên HDPyî, Selçuk Mizraklî, Beida Ozgokçe û Ahmet Turk nîşan dabû

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da