Li ser pirsa yekîtiyê herdû PDK-Îran civîyan

Herdû partî xwediyê eynî dîrok û nasnamêye ne; şehîdên wan û serokên wan; Qadî Mihemed, Qasimlo û Şerefkendî hevbeş in.

Di 31.05.2017an de Mistefa Mewlûdî bi heyeteke Deftera Siyasî serdana PDKÎ kir û ji aliyê heyeteke Deftera Siyasî bi serperestiya Mistefa Hicrî ve hate pêşwazîkirin. 

Di civîna dostane de, herdû alî çawanîya erk û wezîfeya yekgirtina refên PDKÎ xistin ber basê û heyetên herdu aliyan hatin erkdar kirin ku civînên weha dom bibe û armanc ew be ku kar bikin, ji bo yekgirtina herdû hizban û bidestxistina armancên gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê.


Beriya 10 salan, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê(PDK-Î) bû du şiq: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)

Partiya Demokrat tevî parçebûn û cudabûna xwe, xwediyê eynî dîrok û nasnamê ye. Şehîdên wan û serokên wan; Qadî Mihemed, Qasimlo û Şerefkendî hevbeş in.

Iro jî herdû partî bi heman navî xebat dikin û serokên wan jî hevnav in; yek Mistafa Hicrî ye, yê din Mistafa Mewlûdî ye.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin