Li ser herêma ewle ti rêkeftinek me li gel Tirkiyê pêknehatiye

Wezareta Berevanîya Amerîkayêyê (Pentagon) ragihand ku danûstendinên bi Tirkiyê re didomin da ku li bakurê Sûriyê, li herêma ewle rêkeftinek li ser mekanîzmaya ewlekariyê û fermandeyiya hevpar bê kirin.

Wezareta Berevanîya Amerîkayêyê (Pêntagon) ragihand ku danûstendinên bi Tirkiyê re didomin da ku li bakurê Sûriyê, li herêma ewle rêkeftinek li ser mekanîzmaya ewlekariyê û fermandeyiya hevpar bê kirin.

Pêntagonê di daxuyaniya xwe de ragehandiye, di rêkeftina hatiye kirin de ti xalek li ser guhertina demografiya herêmê tine ne.

Berdevkê Pentagonê, Şon Robirson li ser vê yekê got: Li ser nûkirin û dîyarkirina mîkanizma nû ya ewlelkarîyê li bakûra Suriyê, Em li gel Tirkiyê axivîne û em gehiştîne rêkkevtinê.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: Pentagon kar dike bo danana navendeka leşkerî ya hevpar li Tirkiyê daku bi hev re li gel leşkerê Tirkiyê plan û mekanîzmeyeke hevpar deynin.

Daxuyaniya Pêngonê de tê gotin bi ti awayekê behsa duristkirina devera aram nehatiye kirin, ku wek Tirkiyê duh bangeşe jê re dikir.

Robirson derbarê hêzên Kurdî jî got: Amerîka pêbende bi piştîvanî kirina hevpeyamanên xwe, bo têkşikandina çekdarên DAIŞê.

Duh hikûmeta Tirkiyê belav kir, ku Ew li gel Amerîkayê gihiştine rêkkevtinê li ser duristkirina devera aram bi kûrahîya 30-40 Km û vegerandina koçber û penaberên Suriyê bo wê deverê.

Li gor Tirkiyê, bi sedan hezar penaber û awareyên Surî yên li Tirkiyê ne dê bihên vegerandin bo bakûra Suriyê  û ev jî metirsîye bo guhertina demografîya rojavaya Kurdistanê.

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin