Li Seqizê bi guleyan bersiva nerazîbûna welatiyan hate dayîn: Kuştiyek û 4 birîndar

.

Li nêzîkî gundê Pîr Omran ê ser bi bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ve, pasewanên kana zêr a Qulquleyê gule li welatiyan reşandin. Di encama êrîşê de welatiyek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn. 

Bûyer duh 15ê Îlona 2025an, dema ku cotkarên herêmê li dijî çêkirina rêyeke bêmolet li ser zeviyên xwe nerazîbûn nîşan didan, qewimî.

Fermandarê Polîsê Seqizê Mihemed Sadiq Pîrozî, ji ajansa "Tesnîm"ê re ragihand, "hejmarek ji niştecihên gundê Pîr Omran ji bo gotûbêjkirina hin pirsgirêkan çûbûn kana zêr, lê ji aliyê pasewanan ve gule li wan hatiye reşandin."

Lêbelê, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, sedema bûyerê ne gotûbêj, lê nerazîbûna cotkaran bû. Li gorî torê, "hejmarek cotkarên gundê Pîr Omran ji bo nîşandana nerazîbûnê li dijî çêkirina rêyeke bêmolet a di nav zeviyên wan de" li nêzîkî kanê kom bûbûn û di wê demê de rastî êrîşê hatin.

Torê diyar kir, welatiyê ku hatiye kuştin Mihemed Reşîdî ye û 4 welatiyên birîndar jî "Hêmin Reşîdî, Adil Reşîdî, Mihemed Emîn Reşîdî û Ramyar Reşîdî" ne.

Rêxistina Hana ya Mafên Mirovan jî derbarê bûyerê de ragihand, pasewanan li ser fermana rasterast a Rêveberê Parastinê yê Kompaniya Pêşxistina Kanên Zêr a Kurdistanê Seîd Babamuradî, gule li welatiyan reşandine.

Hana herwiha eşkere kir, hêzên ewlehiyê piştî gef û zextan, termê Mihemed Reşîdî yê 22 salî radestî malbata wî kir û ew neçar kirin jî ku bi şev û bi dizî veşêrin. Rêxistinê ev kiryar wekî "binpêkirina eşkere ya mafên herî bingehîn ên malbatekê ku rê nehatiye dayîn merasîma xatirxwestinê ji bo zarokê xwe li dar bixe" binav kir.

K24

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn