Li Semsûrê agir bi zeviyan ket

.

 Li gundê Farxikanê yê parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê agir bi hinek zeviyan ket û tîm hewil didin agir vemirînin.

Agir li derdora 10 gundan belav bûye û welatî li ser medyaya civakî alîkariyê dixwazin.

Li gorî zanyariyan demjimêrên êvara îro li gundê Farxikan ê Semsûrê, ji ber sedemek nediyar agir bi zeviyên beyar ket.

Agir di demek kurt de gihişt hinek ji bexçeyên çandiniyê yên welatiyan.

 Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kir.

 Agir berdewam dike  û tîm li gel welatiyan hewl didin agir vemirînin.

Li gorî zanyariyan  ji bilî gundê Farxikan, agir bi gundên Kistan, Ber Kire, Male Bawa, Zag û Kirxilli bi giştî derdora 10 gundan ketiye.

Zereke zêde gihiştiye bexçeyên çandiniyê.

Hinek welatiyan li ser medyaya civakî dîmenên agir belav kir û alîkarî xwest.

Herwiha bangî  aliyên peywendîdar jî dikin ku bi helîkopteran midaxaleyî agir bê kirin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand